Cara duyemîne diz dikevin avahiya Amed Radyoyê

Cara duyemîne diz dikevin avahiya Amed Radyoyê

.

A+A-

Dizan zirar dane amûrên weşanê û gelek alavên din.

Li Amedê cara duyemîne diz dikevin ofîsa Amed Radyo TVyê. Dizan bê diziyê zirar dane amûrên weşanê yê radyoyê jî.

Rêvebiriya Amed Radyo TVyê li ser hesabê Twîtterê bûyera diziyê ragihandiye û zanyarî daye ku dizan dîwarê ofîsê rûxandine û ketine ofîsa wan. Her weha rêvebiriyê diyar kiriye ku dizan klima û motora wê û hin kel û pelên teknîkî birine.

Rêveberiya Radyoyê  destnîşan kiriye ku wan heta niha zirar û ziyanên diziya berê dabîn nekirine û gotiye:

"Vê carê hêze me nîne, êdî bes e!. Hûn çi ji me dixwazin, çima me perîşan dikin? Walîtiya Amedê, Midûriyeta Emniyetê ya Amedê, ev çendemîn bûyer in? Ji ber ku hûn çareserîyê nabînin, ma em dev ji vî karî berdin?”

Derhênerê Giştî yê  Radyoya Amedê Ferat Mehmedoglu jî diyar kiriye û gotiye, "Mixabin ziyan gelek in. Hêza me ya aborî êdî nikare van zirar û ziyanan ranakin. Ji xeynî motora klîmayê, unîteya klîmayê, aku û alavên teknîkî zirar dane amûrên me yên weşanê jî. Amûrên bi lêçûnên giran."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin