Çar serokatiyên Herêma Kurdistanê: Biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê nayê qebûlkirin

Çar serokatiyên Herêma Kurdistanê: Biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê nayê qebûlkirin

.

A+A-

Di daxuyaniya her çar serokatiyên Herêma Kurdistanê de hat diyarkirin ku biryara Dadgeha Bilind a Federal a li ser dosyeya petrol û gaza Herêma Kurdistanê berevajî destûra Iraqê ye.

Di civînê de ku îro duşemê 28ê Sibata 2022yan bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, her çar serokatî, Serokatiya Herêma Kurdistanê, Parlemena Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Encumena Dadweriya Herêma Kurdistanê, li Serokayetiya Herêma Kurdistanê civiyan.

Di civînê de biryara Dadgeha Federaliya Iraqê ya li rêkefta 15.02.2022 ya di derbarê yasaya neft û gaza Herêma Kurdistanê hate guftûgokirin. Di vî derbarî de beşdarbûyên civînê tekez dikin ku biryara Dadgeha Bilinda Federalî nayê qebûlkirin û Herêma Kurdistanê bicîhkirina mafên xwe yên destûrî berdewam dibe û bi tu awayek dest ji maf û desthilatên xwe yên destûrî hilnagrê û hemû rêyeke yasayî û destûrî li ber digre bo ku maf û desthilatên destûriyên Herêma Kurdistanê biparêze, ji ber van sedemên xwarê:

1- Biryara Dadgeha Bilinda Federalî berevajiya naverok û tekst û giyan û bingeha rasteqîneyên sîstema federaliye û binpêkirineke zelal û eşkere ya maf û desthilatên destûriyên Herêma Kurdistane.

2- Biryara dadgehê bi awayekî nerasterast hemwarkirineke nedestûriya destûre, ji ber ku bûye sedema jê standina desthilata destûriya herêman û bexşîna bi desthilata federalî ku eve jî netebaye li gel desthilata Dadgeha Federalî û paşve vegerana ji sîstema federaliye.

3- Dadgeh di biryara xwe de pişt bi yasayên salên 1976 û 1985ê Iraqê ve girêdaye ku yasaya navendîne û li gel bingehên destûra sala 2005 ê Iraqa nû de nakoke ku sîstema hukim li Iraqê ji navendî ve ji bo sîstemeke federalî guheriye û bi rûnî desthilatên Herêmê û parêzgehan û desthilata federalî dabeş kiriye.

4- Li gor Herêma Kurdistanê ev biryar ji bilî wê yekê binpêkirina destûr û sîstema federalî ye, di heman demê de wiha bawer e merameke taybetî li pişte û bê alî nîne, bi taybetî jî ku Iraq bi rewşeke gelek hestiyar û aloza siyasî da derbas dibe û aliyên siyasî mijûlî guftûgoyê ne ji bo hevdû têgihiştin û peydakirina çareseriyek ji bo derketina ji çeqbestî û binbestiya siyasî, ev biryar rewşê aloztir dike.

5- Em dûpat dikin ku peyman û girêbestên neftî yên Herêma Kurdistanê bi palpiştiya bi yasaya neft û gaza Herêma Kurdistanê û deqê maddeya 112ê destûra Iraqê hatine encamdan, eve jî di demek daye desthilatên federalî piştî derbasbûna 17 salan nekarîne erkê xwe yê yasayî bi cîh bikin bi danîna yasayek ji bo neft gaz li Iraqê, ji bilî destpêşxeriyên Herêma Kurdistanê li sala 2007 û peşîmanbûna Hikûmeta wê demê ya federal li wê reşnûsa hevbeşa yasaya neft û gaz ku rêkeftin li ser hatibû kirin.

6- Em bi girîng dizanin Dadgeha Bilinda Federalî bi yasayeke nû û li gor hukmên maddeya 92 ya destûr pêkbê û erkên xwe li gor destûr bi cîh bike, her wiha ew hemû sazî û damezraweyên destûrî jî li gor destûrê yasa ji bo wan derbikevê û pêkbên ku mîsogeriya pêkanîn û bercestekirina sîstema federalî ne.

Ji bo vê yekê, Serokatiya Herêma Kurdistanê li gel hemû aliyên siyasî yên navxweya Herêma Kurdistan û Iraqê û civaka navdewletî berdewam dibê ji bo li ber girtina her rêkareke ji bo parêzgarîkirina li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê. Her wiha Parlemena Kurdistanê rêkarên yasayî û destûrî yên pêwîst li ber digre û Encumena Dadweriya Herêma Kurdistanê li pêgeha xwe ya destûrî de berdewam dibê li gel navendên dadweriyên Iraqê da ji bo dakokîkirina li ser destûrîbûna mafên Herêma Kurdistanê.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî wekî herdem li ser bingeha destûrê amadeyê çareserkirina kêşeyane û berdewam dibê li guftûgoyên binyatnerane li gel Hikûmeta Federalî, dostên Iraqê û civaka navdewletî jî piştgîriyê li çareserkirina kêşeyan li ser bingeha destûrê dikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin