• Diyarbakır 7 °C
  • Batman 7 °C
  • Hakkari 0 °C
  • Şırnak 5 °C
  • Ağrı -7 °C

Çapemenîyek niştimanî an çapemenîyek Partîzanî?

Şeyhmus Ozzengîn

Bi hevpeymanek navnetewî kêrek li dil û kezeba Kurd û  Kurdistan xistin û jihev perçekirin. Ev karekî kolonî bû. Kurdistan ji bona ku hewldanên devletbûnê nede, ji du perçan, kirin çarperçe. Neyarên Kurdan,birînek mezin di dilê Kurdistan de vekirin. Ne tenê axa Kurdistan, welatê kurdan perçe kirin; bi vê perçekirinê re hestên kurdan, mejûyên kurdan jî perçe bû. Ruhê kurdperwerî û niştimanerwerî derbek mezin xwar. Bû sebebê ku bi sedan salan ev birîn têsîra xwe li ser raman û hetên kurdistanî bidomîne.

Li henber vê perçebûnê bi sedan serhildan çêbûn. Piranîyên van serhildanan teng man, fireh nebûn û di mercên tengasîyan de hatin fetisandin. Tevgera Kurd bê hêzek navendî û kurdperwer, niştimanperwer ma. Îro, hewldanên dewletbûnê ji ber tunebûn, an jî zeîfbûna van hestan rû bi rûyî pir astengên mezin tê û li beşan dibe lîstoka dijminan. Doz û dozdarî ji bona berjewendîyên hizbî dibin qurban û ji dêlva geşkirina agirê hevgirtinek netewî, perçebûnê û bêtaqet kirina tevgera Kurd derdixe pêşîyê. Rêya dewletbûne asteng dike û keda salan, dike gorî ji ezezîya partizanî re.

Avakirina mala Kurd û Kurdistanî asta herî girînge, lê dibin metirsî û astengan de dimeşe. Ji ber dijminatîya partîzanî û tekilîyên bi dijminan re; xwestin û armancên divêtîya tevgera netewî nayên bicîh, dereng dikeve û dibe sebebên wendakirinê.

Dema ku em van tevgerên Kurd yên siyasî tînin ber çavên xwe; em dibînin ku bingeh û serokatîya van tevgeran jî ji hev dûr, pirên caran li henber hev ne Kurd û Kurdistanî, bi hawayekî dijminî tevdigerin. Ji projeyên hev re, ji gavên stratejîk re astengan derdixin û dibin sebê têkçûnan. Ji dêlva di warekî aşitîyane de, li henber hev karên siyasî di berjewendîyên avakirina mala Kurd de bavêjin û asta demokrasîyê li ser xaka xwe geş bikin, bizrê dijminatîyê û perçekirina hestên netewî avadikin. Hevdû û hewldanên hevdû sansor dikin û yek keda yê din berbihewa dike. Di çapemenîya xwe de jî tenî kar û barên xwe derdixin pêşîyê û li henber hêzên derveyî xwe sansorê bikar tînin û dijîtîya hev dikin.

Di derheqa van nakîyên navbera siyaseta Kur de, Sekreterê Giştî yê Partî demokratî Kurdistan-Îran Mustefa Hicrî dibîje: „çavkanîya vê tevhihevî û nakokîyên di navbera siyaseta tevgera Kurd de,  Dewleta Îslamî a Îran bi xwe ye. Her de îran destê xwe xistîye nav siyaseta Kurd û pê lîstîye. Di destêka êrîşên DAİŞ û berxwedana li henber qeyrana aborî de jî Îran tilîya xwe xist nav siyaseta Başûrê Kurdistan û bû sebebê nakokîyên navbera wan. Di vî warî de em dikarin bi hêsanî bêjin ku bingeha van nakokîyan îran b.i xwe ye!"  

Wek ku em dizanin; ev demek dirêje, ji bona serxwebûnê çûna referandûmê li Başûrê Kurdistan di rojevê deye. Ev kar ji ber ku Mesut Barzanî serokê herêmê ye, di bin serokatîya cenabê wî de dimeşe. Li henber vê proja avakirina mala Kurd û dewletê, hêzên din wek YNK, Tevgera Goran û PKK-PYD bi zanistî dijminatîya vê projê dikin, an jî astengan derdixin pêşîyê. Di her fersendê de li dijî van gavên çûna referandûmê û gavên serxwebûnxwaz, daxuyanîyan didin û nerazîbûna xwe dibêjin(!)

 Helbet her tevger di Kurdistanê de xwedî mafê gotina raman û projeyên xwe ne. Dema ku van ramanên xwe, li ser navê partî û tevgerên xwe bikin jî tu pirsgirêk tuneye û ku van daxuyanîyên xwe vekirî radestî raya gel jî bikin mafê wan e. Ev şîrovegerî mafê wan e. Lê dema ku li ser navê Kurd û Kurdistan vî karî bimeşînin û raya gel di warekî ne erênî de agahdar bikin, ev dibin sebebê pirsgirêkan û perçekirina ramanên niştimanperwerî.

Kurdistan, di astek girîng re derbas dibe. Li Rojhilatê Kurdistan carek din hewldanên şerê çekdarî destpê kirîye. Başûrê Kurdistan pişta DAİŞ şikenand û ajenda li pêşîya wan amadekirina gavên çûna referandûmê û çareserkirina pirsgirêkên qeyrana aborî ye. Divêtîya van gavan jî bi helwestek û wekhevîyek netewî heye. Lê di virde YNK xwe bêdeng dike û Tevgera Goran derdixe pêşberî vê projê û dibin asteng.

Kerkûk û derdorê wê, bi xwîna bisedan cangorîyan hat rizgar kirin û ket bin parastina Hukûmeta Herêmê. Lê di her firsetê de walîyê Kerkûk pîlan û projeyan derdixe û hewl dide xwe ku Kerkûk carek din diyarîyî İraq bikin(!)

Serokê PYD Salih Muslum ji Rojavayê Kurdistan tê Kerkûk û walîyê Kerkûk Necmettîn Kerîm zîyaret dike, daxuyanîyê dide bê ku hurmetê ji xwîna bisedan cangorîyan re nîşan bide, dibêje: „Başurê Kurdistan nabe ku ji İraq cûda bibe, divê vegere Bexda û pirsgirêkên xwe bi İraq re çareser bike. Kerkûk jî divê bi herêma Kurdistan ve neyê girêdan"(!)

Di vê daxuyanîya Salîh Muslum a çapemenîyê de cîgir û berpirsiyarên YNK û Tevgera Goran jî li Kerkûk hebûn, ev gotara Muslum rexne nekirin û negotin „tu mafê te tuneye ku tu bi vî haweyî daxuyanîyan bide û dest dirêjî nav me bike!"

PKK di her firsetê de nerînên li henber avakirina dewletek kurdistanî dide nîşan û astengan ji çûna referandûmê re derdixe. Paratina sîrorên perçekirina kurdistan diparêze û rakirina van sînoran nerast dibîne.

Li Şingal û li derdorê Sleymanîye û li mintîqa Şarezor û gundê Seyîd Sadiq tevdigere û astengan ji hêzên Ewlekarîya Kurdistan re derdixe. Kesek ji PKK re nabêje madem tu dewletê naxwaze û li dijî perçekirina Surîye û İraq û ye, çi karê te li van herêman heye?,

Lê di vî warî de ne YNK û ne jî Tevgera goran deng dernaxe û xwe ker dikin! Ev jî dibe sebebê ku di her warî de Serokatîya Herêmê û PDK li henber van kirinên biqirêj derkeve û bibe hedef ji PKK- PYD, Tevgera Goran û YNK re. PKK jî, piştî di bin re van meramên xwe pêk tîne, di heman demê de îca daxuyanîyan dide û daxwaza „Kongra Netewî û û yekkirina hêzên Pêşmerge û Gerilla" dike! Ev xwestîn û kirinên PKK hevdû nagirin û manîdarin.

Berî hertiştî divê ti perçên Kurdistan, ji perçeyên din re nebin asteng û piştgirên hevbin. Ti Perçe nikarin daxwazên xwe bi yên din bidin qebûl kirin. Her beş divê di astek azad de, li gor şert û berjewendîyên xwe gavan bavêjin û li angora daxwazên xwe bigihêjin statûyên bidestxistinên siyasî. Avakirina „Kongra Netewî" jî ne bi daxwaza partî- rêxistinan, bi daxwaza îradeyên van beşên xwedî statû divê bêt avakirin û bingeha stratejîyek navend û netewî bêt honandin. Bi biryara beşên xwedî statû ev gav meşRû ye, îradeya beşan di virde ye, ne li gel partî û rêxistina ye . Her tevgera beşekî Kurdistan mecbûre li henber tevgera beşê din tewanbar û hurmetkar be. Tu mafê asteng derxistinê tuneye ji ti kesî re.

Bu yazı toplam 843 defa okunmuştur.
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NIVÎSARÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nivîsên din yên nivîskar