Çalakvanan, avahiya  qeymeqamiyê şewitand!

Çalakvanan, avahiya qeymeqamiyê şewitand!

Xwepêşanadanên ku doh destpê bûbûn îro jî berdewam in. Li navçeya Koyê ya Hewlêrê avahiya qaymiqamiyê hate şewitandin. Her wiha li bajarê Silêmaniyê xwepêşandanan dest pê kirin.

A+A-

Li gorî Rûdawê, îro danê sibê (19.12.2017), li bajarê Silêmaniyê xwepêşandanan dest pê kirin. Herwiha li navçeya Koyê ya Hewlêrê jî avahiya qaymiqamiyê hate şewitandin.  

 

Xwepêşanderên Silêmaniyê li ber Deriyê Sera kom bûn. Hêzên ewlekariyê ji bo belavkirina wan teqeyê li esmanan dikin.

 

Li navçeya Koyê jî xwepêşanderan avahiya qaymiqamiyê şewitandin.

 

Qaymiqamê Koyê Serkeft Resûl ragihand, ku çend xwepêşanderan di dema xwepêşdnanê de agir berdane avahiyê.

 

Serkeft Resûl got: “Xwepêşander ji ber paşkeftina meaşan, kêmbûna xizmetguzariyan gelek hers bûne. Polîsan nekarîn pêşiya wan bigrin.”

 

Ji bilî Silêmaniyê, li Helebce, navçeya Kifrî û çend cihên din jî xwepêşandanan dest pê kir.

 

Li aliyekî din Birêveberê nexweşxaneya rewşên lezgîn a li Silêmaniyê ragihand ku "10 kes di encama xwenîşandanan de birîndar bûne ku 4 ji wan ji hêzên asayîşê ne" û diyar kir ku "birînên wan sivik in.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin