Buhakirinên nû di rê de ne, li Bedlîsê heqê nanî 25 qirûş zêde bû

Buhakirinên nû di rê de ne, li Bedlîsê heqê nanî 25 qirûş zêde bû

Çavlirê ye vê mehê heqên mînîbûs û taksiyan li Stenbolê werin buhakirin. Herwiha ji ber buhabûna boçûnan, li Bedlîsê heqê nanî ku 1 lîre bû, 25 qirûş zêde bû.

A+A-

Li Stenbolê, Serokê Odeya Esnafên Taksîvanan Eyüp Aksu ragihand, heqên taksî û mînîbusan wê werin buhakirin. 

Li aliyekî din li Bedlîs û derûdorên wê, heqê nanê ku 250 grama wî bi 1 TLyan dihate firotan 25 qirûş buha bû û bû lîreyek û 25 qirûş.

Nanpêj, sedema buhabûnê bi zêdebûna boçûnan û zêdebûna dovîzan ve girê didin.

Berî niha jî, nanpêjan nanê bi 250 gramî ku bi lîreyekê difirotin, gramaja wî kêm kiribûn 200 graman û haqê wî jî kiribûn lîreyek û 25 qirûş.

Ji ber ku hem gramajê kêm kiribûn hem jî 25 qirûş buha kiribûn, nanpêj rastî bertekan hatin û Yekîtiya Esnaf û Odeyan a Bedlîsê ketibû navberê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin