Brownstein: Em kar dikin bo ENKS û PYNK vegerin ser maseya danûstandinan

Brownstein: Em kar dikin bo ENKS û PYNK vegerin ser maseya danûstandinan

.

A+A-

 Cîgirê Nûnerê Amerîkî ji bo Sûriyê David Brownstein diyar dike û dibêje, ji bo destpêkirina danûstandinan di navbera partiyên Kurdî de li Rojavayê Kurdistanê, ew amade ne alîkariyê bikin.

Cîgirê Nûnerê Amerîkî ji bo Sûriyê David Brownstein di hevpeyvîneke li gel K24ê de diyar dike, ji bo destpêkirina danûstandinên diyaloga Kurdî di navbera partiyên Kurdî de, ew pabend in bi alîkariya xwe ji bo dîtina çareyeke dadwerane.

David Brownstein eşkere dike, ew piştevaniya wan danûstandinan dikin, ji bo aliyên Kurdî li ser desthilat, aborî, geşepêdan û aramiya li wê navçeyê bigîhin rêkeftinekê.

Berpirsê Amerîkî dide zanîn, heta niha wan gelek civînên yekalî bi her du aliyên Kurdî re kirine û ew kar dikin ji bo her du alî (ENKS û PYNK) vegerin ser maseya danûstandinan rûnin.

Herwiha Cîgirê Nûnerê Amerîkî ji bo Sûriyê destnîşan dike, divê aliyên Kurdî pirsgirêk û dosyeyên xwe li ser maseya danûstandinan gotûbêj bikin, ne li ser medya û bi rêya daxuyaniyan.

David Brownstein di Mijdara 2020an de cihê Balyoz William Roebuck girt û niha dîplomatê herî payebilind ê Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyê ye.

Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) û Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) ji Mijdara 2019an ve bi piştgiriya Amerîka, Herêma Kurdistanê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) danûstendinên yekrêziya Kurdî û beşdariya ENKSê di nava Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê de dikin, lê danûstandin ji hilbijartina Amerîka ve rawestiyane.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin