Brîtanyayê Sûrî bi çêkirina çekên kîmyewî sûcdar kir

Brîtanyayê Sûrî bi çêkirina çekên kîmyewî sûcdar kir

Brîtanya li Netewên Yekgirtî radigihîne, hikûmeta Sûriyê hîna bi awayekî nehênî çekê kîmyewî berhem tîne.

A+A-

Nûnerê Brîtanyayê li Netewên Yekgirtî Jonathan Allen berî rûniştina girtî ya Encûmena Asayişa Navdewletî ji rojnamevnan re ragihand, desthilatên Sûrî ta niha zanyariyên temam li ser çalakiyên xwe yên kîmyewî nedane û her car bihaneyên cuda nîşan dide.

Jonathan Allen got jî: “Heger birastî Sûriyê çekê kîmyewî bikar neaniye û heger Rûsya jî rast dibêje, çima ta niha formên pêwîst ên tevlîbûna di nava rêxistina qedexekirina çekê kîmyewî temam nekirine û bersiva pirsan nedane.

Wî dîplomatê Brîtanî amaje bi wê kir, pêşkêşnekirina  wan forman guman li cem hemûyan dirust kiriye û bersivnedana li ser pirsan ew e, Sûrî bi awayekî nehênî bernameya xwe ya berhemanîna çekê kîmyewî berdewam dike.

Encûmena Asayişa Navdewletî duh ji bo gengeşekirina dosyaya çekê kîmyewî ya Sûriyê bi awayekî girtî rûnişt.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin