Brîtanyayê qedexeyên pîşesaziya berevaniyê yên li ser Tirkiyê rakir

Brîtanyayê qedexeyên pîşesaziya berevaniyê yên li ser Tirkiyê rakir

.

A+A-

Serokê Pîşesaziya Berevaniyê ya Tirkiyê Îsmaîl Demir ragihand, Brîtanyayê qedexeyên hinardeya kelûpelên pîşesaziya berevaniyê yên li ser Tirkiyê rakir.

Brîtanyayê meha Cotmeha 2019an ji ber operasyonên Tirkiyê yên li Rojavayê Kurdistanê firotina çekan bo Tirkiyê rawestandibû.

Serokê Pîşesaziya Berevaniyê ya Tirkiyê Îsmaîl Demir bi şandekê re berî çend rojan serdana Brîtanyayê kiribû û bi kompanyayên girîng ê pîşesaziya berevaniyê yên Brîtanyayê BAE Systems û Rolls-Royce re hevdîtin kiribûn.

Îsmaîl Demir îro 20ê Gulanê ragihand, ku Brîtanyayê qedexeyên hinardeya kelûpelên pîşesaziya berevaniyê yên li ser Tirkiyê rakirin.

Tirkiyê derbarê endamtiya Swêd û Finlandê bo NATOyê jî pêştir ragihandibû, bi hinceta qedexeya hinardeya çekan li ser Tirkiyê heye û “Swêd û Finland piştgiriya terorê dikin” dê endamtiya her du welatan red bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin