Brîtanyayê Hizbullaha Lubnanê xist lîsteya terorê

Brîtanyayê Hizbullaha Lubnanê xist lîsteya terorê

Wezareta Gencîneya ya Brîtanyayê li gorî qanûna teror û piştgirîya wê, Hizbullaha Lubnan xist lîsteya terorê.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Wezareta Gencîneya Brîtanyayê dorpêçên xwe biser Hizbullah a Lubnanî berfereh kirin, û tevayîya xebat a Hizbullah xist listeya terorê de.

Wezareta Gencîneya Brîtanyayê bi biryarekê beşê sîyasî yê Hizbullah jî, wekî rêxistina terorê pênase kir. Berî niha, tenê beşê çekdar ê Hizbullah di listeya terorê de bû, lê niha Konseya Cihad û Desteya ewleyî ya Derve jî girêdayî Hizbullah xist lista xwe ya terorê de. Bi vî awayî, tevayîya hebûnên darayî yên Hizbullah li Ingilistanê tên cemidandin.

Hizbullah a ku di sala 1982an de bi piştgirîya Îranê hate damezrandin, ji alî Tehranê ve, wekî alîyek girîng ji“Bereya Berxwedanê” jî tê pênase kirin.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin