Brîtanya piştî 47 salan ji Yekîtîya Ewropayê derket

Brîtanya piştî 47 salan ji Yekîtîya Ewropayê derket

Brîtanya şeva derbasbûyî bi fermî ji Yekîtîya Ewropayê derket piştî sê salan ji giştpirsîya ku tê de 52% ya xelkê Brîtanyayê deng bi ‘erê’ li ser derketina Brîtanyayê ji Yekîtîya Ewropayê dabûn.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Serokwezîrê Brîtanyayê Borîs Johnson jî bi boneya derketina ji Yeyê gotarek pêşkêş kir û ragihand, Brexit ne dawîye lê destpêka rûpeleke nû ye di dîroka Brîtanyayê de.

Derketina Brîtanya heya meha Kanûna îsal jî wê ti guhertinên mezin çênebin, ji ber ku ev dem weke demeke veguhêz e di navbera London û Brukselê de. Biryar e Brîtanya û Yekîtîya Ewropa gotûbêjan li ser peywendîyên xwe di siberojê de bikin.

Eger herdû alî negihin ti rêkeftinekê, wê Brîtanya rastî Brexita Tund were, ku wê bac li gor yasayên Rêkxistina Bazirganîya Cîhanî li ser Brîtanya bêne sepandin, ev yek jî wê bibe sedema bilindbûna bihayê kelûpelan.

Herwiha bi merasîmên cûda ku ji alîyê alîgir û dijberên Brexitê ve hate sazkirin Brîtanya ji YE cûda bû. 

Kesên dijberê Brexitê ku dixwestin welatê wan di nava Yekîtîya Ewropayê de bimîne bi lixwekirina alaya YE û gotina stranên xemgîn ji YE cûda bûn.

Li hember jî kesên alîgirên Brexitê bi şahî û dîlan û kêfxweşîyê pêşwazî ji derketina Brîtanya ji Yekîtîya Ewropayê kirin . 

Hemwelatîyên Brîtanyayê yên ku ji YE cûda bûne tekez dikin ku ew pêngaveke baş e û niha bêhtir dikarin kontrola welatê xwe bikin.

Di nava herêmên Brîtanyayê de nêrîna cûda derbarê Brexitê heye di demekê de ku Scotland daxwaza encamdana giştpirsîyê dike ku ji Brîtanyayê cûda bibe û li gel YE bimîne û li hember de li Herêma Wêliz welatîyan bi kêfxweşî pêşwazî ji Brexitê kirin û  şahî saz kirin.

Brîtanya sala 1973an beşdarî nav Yekîtîya Ewropayê bûbû û ji bo derketina ji wê yekîtîyê jî sala 2016an giştpirsîyek hatibû encamdan ku xelkê ji sedî 52 dengê ‘erê’ dabû.

Rudaw

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin