Brîtanya: Em dixwazin li gel Îranê ji pirsgirêkan re çareseriyan bibînin

Brîtanya: Em dixwazin li gel Îranê ji pirsgirêkan re çareseriyan bibînin

Brîtanyayê li ser girtina keştiya petrolê ya Îranê li Cebelî Tariq bersiva gefên Îranê da û ragihand

A+A-

Brîtanyayê li ser girtina keştiya petrolê ya Îranê li Cebelî Tariq bersiva gefên Îranê da û ragihand ku armanca çûna keştiya Îranê, bi awayekî aşkere binpêkirina cezayên li ser wî welatî bûye û li gel wê yekê jî ew naxwazin li gel Îranê aloziyan kûrtir bikin.
 
Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Jeremy Hunt ragihand ku ew keştiya Îranê ya ku hatiye girtin, dixwest biçe Sûriyê ku wê rejîmê bi çekên kîmyewî xelkê xwe bombebaran kiriye û ev yek jî binpêkirina cezayan e.
 
Jeremy Hunt herwiha diyar kir ku ewlekariya navçeyên deryayî ji bo Brîtanyayê gelek girîng e û wan bi awayekî aşkere ji Îranê re gotiye ku ew naxwazin aloziyan kûrtir bikin û berovajiyê wê yekê, ew dixwazin li gel Îranê ji wan pirsgirêkan re çareseriyan bibînin.
 
Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Jeremy Hunt got: “Ji bo me asayîşa deverên avî gelekî girîng e, berpirsyaretiya wê karê me yê herî li pêş e ku keştiyên Brîtanyayê biparêzin, lê ya rast rêyên veguhestinê li cîhanê okyanus û navçeyên avî ne, lewra em jî li hemû beşekî cîhanê vêna dikin, me bi zelalî ew yek gotiye ku çi diqewime, rewş hemû demjimêrekê diguhere, lê em jî li gor bûyeran karvedanên me dibin, bi hişyarî gavan diavêjin, me eşkere ji Îranê re gotiye ku naxwazîn tevlîheviyên zêdetir bibînin, ji ber wê sedemê jî dest danîn ser keştiyê, ji ber cihê wê diyar bû ku ber bi ku ve diçe, bo Sûriyê diçû, ew jî binpêkirina zelal a cezayan bû, ji Îranê jî dihat, em dixwazin mekanîzmayekê bo çareseriya wê pirsgirêkê bibînin, bi awayekî ku cezayên ser rejîma Sûriyê ku çekên kîmyayî li dijî xelkê xwe bikar anîye, neyên şikandin.”
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin