Brîtanya bi fermî ji Yekîtiya Ewropayê derket

Brîtanya bi fermî ji Yekîtiya Ewropayê derket

.

A+A-

 Ligel destpêka sala nû ya zanînî, Brîtanya bi temamî ji Yekîtiya Ewropayê derket. Di demjimêr 11:00 bi dema Greenwich û demjimêr 02:00 bi dema Hewlêrê, Brîtanya bi fermî ji Yekîtiya Ewropayê derket û cîbicîkirina yasayên wê yekîtiyê li navxweyê welat da rawestandin.

Ji îro pê ve êdî Brîtanya beşek ji Yekîtiya Ewropayê nîne û li gor rêkeftina bazirganî ya nû, peywendiyên xwe yên aborî rêkdixin.

Serokwezîrê Brîtanyayê, Boris Johnson ragihand, bi çalakbûna Brexitê êdî Brîtanya azadiyên xwe girte destê xwe û dikare ji niha pê ve karên cihêtir û baştir bike.

Hevdem li gel geşbîniyên Johnson, hejmarek ji wezîrên hikûmeta Brîtanyayê têkildarî çêbûna aloziyan di warê rêxistina hatin û çûna xelkê û otomobîlên barhilgir, herwiha cîbicîkirina yasayên Brîtanya bi ser ewropiyan de hişyarî dan.

Wan wezîran herwiha ragihandine, Brexit dê guhertinan li pey xwe bîne û ew jî rewşê zehmettir dike.

Brîtanya di sala 1973an de bûbû endamê Yekîtiya Ewropayê.

Li aliyekê din, Serokê Fransayê Emmanuel Macron dilgiraniya xwe li hember Brexitê û derketina Brîtanyayê ji endamîtiya Yekîtiya Ewropayê nîşan da. Lê tevî wê yekî, Emmanuel Macron diyar kir, “ruxmî ku Brîtanya ji YE derketiye, lê belê Brîtanya û Brîtanî weke cîran, heval û hevpeymanê Fransa û Yekîtiya Ewropayê dimînin.”

Stanley Johnson, bavê Borîs Johnson Serokwezîrê Brîtanyayê jî piştrast kir, ji bo têkiliya xwe bi Yekîtiya Ewropayê re berdewam bike, plana wî heye ku daxwaza mafê welatîbûna Fransayê bike.

Stanley Johnson dibêje,  “Tiştê ku ez dizanim, ez Fransî me. Dayika min li Fransayê jidayîk bûye, wek bapîrê xwe diya wê bi temamî Fransî ye. Ji ber vê yekê bo min tiştê ku berê yê min bû ji nû ve werdigrim. Ev yek jî min pir kêfxweş dike.”

Stanley Johnson herwiha got, “Ez dê her dem Ewropî bim, ev tekez e. Ti kes nikare ji Brîtaniyekî re bêje tu ne Ewropî yî.”

Johnsonê bav, endamê berê yê Parlementoya Ewropayê di referandûma sala 2016an de ji bo ku Brîtanya di Yekîtiya Ewropayê de bimîne deng dabû.

Berpirsên rêxistina karûbarên îdarî û kontrolkirina ewleiya sînoran ragihandine, hemû amadekarî bo rûbirûbûna encamên cîbicîkirina Brexitê hatine kirin.

Piştî 50 salan ji pêkvebûna Brîtanyayê li gel Yekîtiya Ewropayê, di rojên dawî yên meha bihorî de London û Brukselê rêkeftineke taybet bi rêkxistina karûbarên bazirganî îmze kirin û di destpêka sala 2021 de jî proseya Brexitê bi fermî bi dawî hat û Brîtanya êdî wek endamê Yekîtiya Ewropayê nema.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin