Brett McGurk vedigere Koşka Spî

Brett McGurk vedigere Koşka Spî

.

A+A-

Medyaya Amerîka ji çavkaniyên taybet yên koşka Spî eşkere kirin ku serokê hilbijartî yê Amerîkayê Jeo Biden di demeke zû de Brett MacGurk weke berpirsê Rojhilata Navîn li civata ewlekariya niştima ya Koşka Spî destnîşan dike.

Brett McGurk ku berî niha nûnerê Barak Obama Serokê wê demê yê Amerîka bo di nav hevpeymaniya dijê DAIŞê de û nûnerî wî bo karûbarê Spriyê bû , di dema idareya Donald Trump de ji kar hate avêtin , Trump di twittekê de ragihandibû ku ew Brett McGurk nas nake. 

McGurk rexne ji daxuyaniyên Trump yên derbarê Rojavayê Kurdistanê girt û da xuyakirin ku biryara Trump a vekişîna hêzan weke kodetayekê bû ku berî niha wan li Sûriyê cîbicî dikir û ji ber wê dest ji kar kişand. 

Herweha McGurk da xuyakirin ku ew vekişîn diyaryeke bo Tirkiyê û Rûsyayê û dê bibe sedema koçberbûna bi hezaran kesan li ser destê grûpên çekdar.

McGyrk herweha di dema referandûma Başûrê Kurdistanê de jî xwedî rol bû. 

Brett McGurk

Di 20/4/1973 li Pennsylvania ji dayîk bûye.

Doktora di yasayê de heye.

23/10/2015 Nûnerê Obama di Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de.

2004 Şêwirmendê Balyozê Amerîka li Bexdayê.

2005 berpirsê karûbarê Iraqê li Civata Ewlekariya Niştîmanî ya Amerîka.

2013 Cîgirê wezîrê derve bo karûbarê Îran û Iraqê bû.

Di sala 2014-2016 diyaloga veşartî bi Îranê re kiriye.

2016 Serdana Rojavayê Kurdistanê kir bi aliyên Kurdî re civiya.

Di idareya Trump de dest ji posta xwe berda.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin