Brad Pitt û Clooney tên Kurdistanê

Brad Pitt û Clooney tên Kurdistanê

Dê nûnerên rêxistina Sînema Bo Aşitî beşdarî festîvala Duhokê bin.

A+A-

Aktor û aktrîstên Hollywoodê bi rêya rêxistina taybet a sînemakaran nûnerên xwe dişînin 4emîn Festîvala Navdewletî ya Filman a Duhokê.

Rêxistina “Sînema Bo Aştiyê” (Cinema For Peace) ku piraniya stêrkên Hollywodê yên weke Angelina Jolie, Brad Pitt, Leonardo Dicaprio, George Clooney, Julia Ruberts jî endamên wê ne, yekem car bi rêya festîvalekê nûnerên xwe dişînin Başûrê Kurdistanê.    

Berpirsê Ragihandina 4emîn Festîvala Navdewletî ya Filman a Duhokê Bîna Qeredaxî ragihand, dê nûnerên rêxistina Sînema Bo Aşitî beşdarî festîvala Duhokê bin.

Qeredaxî diyar kir ku bi beşdarbûna vê rêxistinê dê kalîteya festîvala filman a Duhokê jî bibe astek cîhanî û got:

“Nûnerên rêxistina Cînema Bo Aştî dê di festîvalê de peyama xwe ya derbarê rewşa penaberan, koçberên li Başûrê Kurdistanê, şerê DAIŞê de bidin hemû gel û serokên cîhanê.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin