BP a Brîtanî ji blokên neftî yên Kerkûkê vekişîya

BP a Brîtanî ji blokên neftî yên Kerkûkê vekişîya

Kompanîya BP ya Brîtanî ku di sala 2017 de ji bo karkirina di kêlgehên petrolê yên Kerkûkê de girêbest bi hikûmeta Iraqê re îmze kiribû, xwe ji kêlgehên petrolê yên Kerkûkê vekişand.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Li gor agahîyan, hikûmeta Iraqê girêbesta lêgerîn û pişkinîna bîrên nû yên petrolê ji bo kompanyaya BP a Brîtanî nekirîye û bi wê sedemê, ew kompanya ji kêlgehên petrolê yên Kerkûkê vekişîya.

Kompanîya BP ya Brîtanî di daxuyanîya xwe de dîyar kir ku ji bo ew li Kerkûkê lêkolînên jeolojîk bikin derfet û mercên guncav nebûne.

Li gor nûçeya Reutersê meha borî rêkevtina di sala 2013an de ya di navbera Bexda û Kompanîya BP ya Brîtanî de dawîya 2019ê bidawî bûye û eger rêkevtin neyê nûkirin ew dê ji Kerkûkê vekişin.

Çavkanîyeke pilebilind ji Kompanîya Petrola Bakur a Iraqê (NOC) jî piştrast kir ku Kompanîya BP ya Brîtanî ji Kerkûkê vedikişe.

Heman çavkanîyê got: “Aşkeraye, encamên vekolînê hender nebûye daku kompanîya ya Birîtîsh Petrolium piroseyên xwe dirêj bike.”

Ji alîyê din ve, BP tekez kirîye ku dê rasparteyên xwe bo pêşvebirina bîrên petrolê radestê kompanya ya Kompanîya Petrola Bakur a Iraqê kirîye.

Kompanîya BP ya Brîtanî ku navenda wê li Londonê ye sala 2013ê xwestibû li Kerkûkê petrolê derbixe lê hikûmeta Herêma Kurdistanê dijî wê yekê derketibû.

BP berî bûyerên 16ê Cotmeha 2017 ji bo bîrên petrolê yên Kerkûkê bi hikûmeta Iraqê re girêbest îmze kiribû.

Tê gotin ku  li Kerkûkê 9 milyar bermîl petrol heye. Iraqê ji Kompanîya BP hêvî dikir ku ew rojana milyonek bermîl petrol derbixe.

Bîrên petrolê yên Kerkûkê di sala 1927an de hatine dîtin û bûye navenda endustrîya Iraqê.

Di rewşa niha de petrola Kerkûkê bi rêya xeta borîya Herêma Kurdistanê bo bendera Ceyhanê ya Tirkîyê tê veguhestin û bi vê xetê rojane 300 hezar bermîl petrola Kerkûkê bo bazara cîhanî tê şandin.

Rûdaw

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin