Bozdağ: Şandina hêzên Sûriyê bo Efrînê karesat e!

Bozdağ: Şandina hêzên Sûriyê bo Efrînê karesat e!

Berdevkê Hikûmeta Tirkiyê Bekir Bozdag ragihand, şandina hêzên leşkerî yên Sûriyê bo Efrînê dê rê li ber karesatê veke.”

A+A-

Civata Wezîran a Tirkiyê îro Duşemiyê bi serokatiya serokomarê wî welatî Recep Tayyip Erdogan li koşka serokatiya komar pêk hat, ku 5 demjimêran dom kir.

 

Piştî bi dawî hatina civînê, Berdevkê Hikûmeta Tirkiyê Bekir Bozdag konfranseke rojnamevanî lidar xist û behsa naveroka civînê û geşdanên nû yên di rojevê de kir.

 

Bekir Bozdag tekezî li ser berdewambûna operasyona Tirkiyê bo ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistamê kir û diyar kir, “Operasyona Çiqlê Zeytûnê dê li gor pilana amadekirî ya ji roja destpêkê ve berdewam be û helwesta Tirkiye di vê mijarê de zelal e.”

 

Bozdag derbarê rêkevtina navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û hikûmeta Sûriyê de li ser derbasbûna hêzên Artêşa Tirkiyê bo nava Efrînê jî axivî û got, “ew ji nêzîk ve geşedanên di vê mijarê de dişopînin.”

 

Bozdag herwiha diyar kir, “şandina hêzên leşkerî yên Sûriyê bo Efrînê dê rê li ber karesatê veke.”

 
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin