Bubê Eser

Bubê Eser

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Boykot, protesto û helwesta Kurdan

A+A-

Em kurd gelek tiştan dizanin lê nikarin an naxwazin wan bixin jiyanê. Gelek caran em bibin xwedî helwesteke neteweyî, em ê pişta dijminê xwe bişkînin.

Loma niha di van şert û mercên ku tirk dixwazin qira kurdan bîne, divê em kurd li seranserê ewropa bibin xwedî helwesteke neteweyî da ku ewropî dengê me bibihîzin.

Ew deng çiye?

Deng û helwesta ewil û ya li ser me her kurdekî ferze ku em bi hemî qawet û îmkanên xwe ji bona boykotkirina malê tirkan çalak bin da ku malê wan hemî li ewropa genî bibe.

Divê em li her welatekî em lê dimînin komîteyan amade bikin û karê van komîteyan tehna divê ew be ku kes malê tirkan nekirin, propagande bikin, di vî warî de medya ewropî û kurdan bi karbînin.

Ma tenê em kurd, helbet NA.

Em bi saya wan komîteyên ku wê binê damezrandin, xelkê ewropî jî bi ber meselê xin ku her kirîne kîloye malê tirkan dibe gule li me kurdan dikeve, her kîloyek malê tirkan dibe vîrusek dikeve canê ewropiyan jî.

Ji ber ku niha tirkiye û serokomarê wê bûne bela serê cîhanê. Her roj ewropiyan jî tehdît dikin. Wan bi kesên ango koçberê wan xistine welatê xwe û kedî dikin da ku rojekê bişîne ewropa, tehdît dike. Ji ber ku xwedî pere û hêz e.

Bi boykutkirina malê wan, wê aboriya wan bikeve qirîzek weha êdî xelkê wan dê birçî bimîne û ew birçîbûna wan dikare bibe serîhildana wan.

Gelek girînge ku divê em kurd berê ji xwe de destpê bikin û êdî malê tirkan nekirin. Dûre em bi rêyên ragihandinan, bi xwepêşandinan bi saya serê medya kurdî vê ji ewropiyan re jî bêjin û wan jî bi ber meselê bixin.

Em li seranserê ewropa bê rawestandin bikevin nava çalakî û protestokirina tirkan da ku ewropî bibînin Kurdên hemwelatiyên wan ne bêdeng û helwestin.

Bi xwepêşandan û meşan em ê hewl bidin xelkê ango gelê ewropî jî bikşînin nava xwe û ji wan re bêjin ku bila êdî weke turîst nerin tirkiyê. Em bi vê dikarin turîzma wan têk bibin. Ji xwe hatina wan piranî li ser wê ye.

Bi çalakî û protestokirinên dewamî yên demokratîk em kurdên li ewropa dikarin ewropa bihejînin da ku ew jî bibin xwedî helwestekê li dijî tirkan.

Em ne carekê û ne rojekê divê em kurdên ewropa her roj li kolanan bin. Divê em bi belavokan, bi xwepêşandanan, bi dîtina partî û parlemenên ewropî vê doza gelê xwe ya rewa bi ser xin.

Karê me yê ewil divê ew be;

Em li her welatekî komîteyên hevbeş damezrînin. Di hemî çalakiyan de divê em tenê bi ala kurdî helwesta xwe bînin zimên. Li gel ala kurdî em wêneyên wan kesên hatine şewitandin jî derxin û bidin îspatkirin ku bê tirkan çi çek bi karanîne.

Divê em li seranserê ewropayê bê ku wextê derbas bikin, dest bi damezrandina komîteyan bikin. Li her welatekî komîteyek. Destûr û bernemeyên wan amade bikin. Li gor daxwaz û pêşkêşiya wan em jî dest bi çalakiyên xwe bikin.

Îro şansa kurdan ji ya herdemê bêtir e. Heger em li gor vê xwe çalak bikin, hûn bawer bikin em ê malikê li tirkan xerab bikin. Loma divê kurd vê firseta zêrîn ji dest nedin.

Em ê hewlbidin çalakiyên xwe ranewestînin heta ku Erdogan derkeve dadgeha Lehyê. Îro em ne bi tenê ne. Piraniya dewletêne wropa bi me re ne. Lê divê em jî ranewestin. Îro başûrê kurdistanê li gel hemî rêvebirên xwe li gel me ne. Îro Barzaniyên ji bona me perçak ji axa me azadkirine, li gor wê hêza xwe li pişta bira yê xwe ne. Loma em niha ji herdemê bêtir bi hêztir û bi qawetir in

Nebêjin em nikarin tiştekî bikin. Heger em bixwazin, bi hevre bin, xwedîyek al û helwestê bin em ê bi serkevin. Na heger em bê deng man, niha rojavaye, dûre başûr e û li dû wan jî rojhilat û bakurê kurdistanê tê.

Erdogan har bûye, weke kuçikê har girêz ji devê wî tê ku wê çi demê kurdan biqedîne. Lê heger em çalak bin em ê wî di xwîna cangoriyên xwe de bifetisînin.

Kurdno netirsin; îro şansa we ji ya hemî deman bêtir heye. We bi tekoşîna xwe da îspatkirin û dost qezenc kirin.Divê em vê jî jibîr nekin. Dostaniya îro li ser berjewendiyan pêk tê. Niha berjewendiya me û ewropiyan bû yek. Ew ji bona xwe, em jî ji bona xwe kar bikin û çalak bin.

Wê serketin ya gelê me be

 

Önceki ve Sonraki Yazılar