Boriya petrola Kurdistanê li aliyê Tirkiyê teqiya

Boriya petrola Kurdistanê li aliyê Tirkiyê teqiya

.

A+A-

 Li navçeya Pazarcix a Gumgumê, boriya veguhastina petrolê ya Herêma Kurdistanê li aliyê Tirkiyê teqiyaye û ji ber teqînê agirek mezin çê bûye.

Teqîna boriyê şevê din li cihekî ser bi navçeya Pazarcix a Gumgumê û di navbera parêzgehên Gumgum û Dîlokê yên Bakurê Kurdistanê de çê bûye. Piştî teqînê agir bi derwrûberên rêya sereke ya Dîlok-Gumgumê ket û ew rê ji herdû aliyan ve bo hatinûçûnê hat girtin.

Kompaniya BOTAŞ ku kompaniya serekî ya veguestina petolê li Tirkiyê ye, di daxuyaniyekê de ragihandiye ku boriya vegehestina petrola Herêma Kurdistanê li aliyê Tirkiyê teqiyaye û ji ber teqînê, agirekî mezin çê bûye.

BOTAŞê diyar kiriye ku li kîlometreya 511emîn a xeta boriya nefta xam a Iraq (Herêma Kurdistanê)-Tirkiyeyê “ji ber sedemeke nediyar” teqînek çêbû û di encamê de şewat derketiye.

Di daxuyaniya xwe de BOTAŞ herwiha dibêje, “Di encama xebateke fedayî ya hemû ekîbên me de bi taybetî ekîbên BOTAŞê yên Acîl, Şaredariya Bajarê Mezin a Kahramanmaraşê (Gumgum), Şaredariya Bajarê Mezin a Gazîentabê (Dîlok), teşkîlata agirvemirandinê ya Midûriyeta Herêma Kahramanmaraşê ya Daristanan û yekîneyên ewlehiyê şewat bi temamî hat vemirandin û xebatên sarkirinê berdewam dikin. Xeta boriya petrolê piştî ku tedbîrên pêwîst bên girtin dê di demeke herî nêz de bikeve dewrê û bê aktîfkirin.”

Her meh bi riya petrola Herêma Kurdistanê nêzîkî 10 milyon bermîl petrolê hinardeyî bazarên cîhanê dike.

Serokê Şaredariya Pazarcixê, Îbrahim Yılmazcan şevê din derbarê bûyerê de ragihandibû, bûyer 17 heta 18 kîlometreyan dûrî navçeyê çêbûye, wan beşeke zêde ya tîmên agirvemirandinê şandine cihê bûyerê û got, rewş di kontrola me de ye, lê şertûmercên hewayê ji karê tîman re dibe asteng.

Îbrahim Yılmazcan herwiha diyar kiribû dê ji Dîlokê jî ji bo alîkariyê tîm biçin navçeya ku ji ber teqîna boriya petrolê agir lê çê bûye.

Parlamenterê Gumgumê yê Partiya Gel ya Komarî (CHP) Alî Oztunç jî li ser hesabê xwe yê Twitterê dîmenên wê teqînê belav kirine û gotiye: “Li boriya vegihastinê ya Gumgum-Dîlokê teqînek çêbû. Li devera Narli agir berdewam e. Ez hêvî dikim ku ew agir demildest bê vemirandin û ziyanên canî çênebin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin