Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Bona rapirsînê çend çespandin (tespît)

A+A-

Bi pesendkirina pakêta makezagonê, di Palementa Tirkîye‘yê da, bigiştî di medyaya vî welatî da, herweha di medyaya civakî da jî gengeşîyek berfireh destpêkirîye, weha dixuye ku piştê îmzakirina serokkomar gengeşîyên hêj pirtir û bona rapirsînê helmetek (kampanya) berfireh dê dest pê bike.

Vê gengeşiyê rengê xwe daye madyaya Kurdî jî, taybetî di madyaya civakî da gengeşîyek fireh heye, parek sedemên dengê „NA“ vedibêjin, parek din ala „BOYKOT“ê bilind dikin, kêm kes jî behsa „ERÊ“yê dikin.

Her beşekê sedemên cûda hene, hinek behsa şert û mercên objektif dikin, hinek behsa dîrokê û hestên neteweyî dikin, weha dixuye ku parek jî hêj di bin sendroma hilbijartina 1î mijdara sala 2015an da maye.

Lê bele rastîyek heye ku rayagiştîya Kurd, wekî carên ewil bûye sê paran, çi heyf e ku di bereyek siyasî da helwestek yekgirtî nayegirtin.

Bêşik, ne pêkan e hemû dengdêr yekgirtîbin, lê em dizanin ku helwestek yekgirtî ya piranîya dengdêran dê encamên siyasî bi xwe ra bîne.

Di facebookê da mesajekî hevalekî hebû, digot, “bila yekgirtîbin bila ERÊ be”, ev daxwaza hevalê facebookê di cî da ye, lê mixabin îro dîsa em ji vê derfetê dûr in.

Li bakurê Kurdistan’ê, herçiqas hinek denge “BOYKOT”ê derdikeve jî, weha dixuye ku rayagiştîya Kurd li Tirkîyê û bakurê Kurdistan’ê di navbera “ERÊ” û “NA”yê da bûye du beşên bi rêje nêzikî hev, bi ya saziyên lêkolînan, “di rayagiştîya Kurd da 47% ERÊ û ewqas jî NA ye”, parek jî “BOYKOT” e an neçûna ser sindoqê ye.

Ewil, ez dixwazin çend çespandinan bikim, ku bona li helwestek siyasî û li ditînek rasyonel ra alîkar bin.

Li Rojhelata Navîn û li Tirkîye’yê pêgeha (statü) îro, ku bi peymana Sykes Picot û Lausanne’ê hat bicîkirin, li ser înkarkirin û xesba mafê neteweya Kurd e, ji ber jeopolîka Kurdistan’ê û herweha parvekirina Kurdistan’ê di navbera çar dewletan da, daku wana bi zordestîyê, kuştin û rûxandinê deshilata xwe heta îro anîn û ji ber têkilîyên wana û lihevrêsîna (grîftbûn) şaxên pêgehê, pirsgirêka Kurdistan’ê bêçareserî ma.

Heta ku derzên kûr li vî pêgehî nekeve mafên neteweya Kurd nakevin rojeva cîhanê.

Du mînakên encamgirtî yên rûxandina pêgehê hene; yek başûrê Kurdistanê ye, yê din rojavayê Kurdistan’ê ye ku li herdu parçeyan destketîyên gele Kurd di rojevê da ne.

Li herdu welatan pêgeha ku bi peymana Sykes Picot avabûbû, dirûxe û berbanga azadîya gele Kurd li herdu pareçeyan lêdide.

Ango, tiştê ku em ji peşveçûnan, ji geşedanên li herêmê fam bikim ev e ku bi derz xarina pêgeha îro, hêvîya bi destxistina mafên neteweyî û demokratik nêzik dibin.

Wekî rewşa Iraq û Suriye’yê, li Tirkîye’yê jî divê pêgeha kemalist bikeve ber rûxandinê lawaz bibe.

Ji ber çi lawaz dibe, sebebin wê çine, kîjan hêz dike, beşik divê bêt zanîn, lê ya girîng ev e ku di vê deme da divê Kurd yek helwest û yekdeng bin.

Heta ku li ser hemahengîya siyasî li Tirkîyê xwedî karîger nebin, helwesta yekgirtî nebin geşedanên siyasî encam nadin.

Çespandina duyem, di barê Tirkîyê’ye da ye, gelek kes Iraq û Suriyê’ye bi vî welatî va raberîhev dikin û bi dîtinên xwe hinek encaman dibêjin.

Bi aborî, siyasî, dîplomatîk û peywendiyên navdewletî va Tirkîyê’ye naşibe herdu cîranên xwe.

Ne nuha, herweha di dîrokê da jî weha bû.

Gengeşîyên li bakurê Kurdişstan’ê divê vê rastîyê paşguh neke.

Çespandina sêyem, ne tene Tirkîyê, herweha rêxistin û gelê bakurê Kurdistan’ê jî ne di rewşa parçeyên din da ne.

Rêxistina herê bi hêz li bakurê Kurdistan’ê HDP û DBP, herweha aqildanên wana duhola xwe bi avakî din lêdêxin.

Di vê navberê da dixwazim bejim, divêbûya HDPê û partiyên din ligelhev rûniştana, li ser mijarê gengeşî bikirina û helwestek hevpar li rayagiştî eşkere bikirina, lê ka….?

Lê, li parçeyên din ne weha ye, rêxistinên li van parçeyan Kurdistanî ne, di amancê têkoşîna wana da xala yekem, têkoşîna mafên neteweyî ne.

Ev hersê çespandin, ango rûxandina pêgeha li Rojhelata Navîn û li Tirkîyê, cûdabûna Tirkîye’yê bi Iraq û Surîyê va û rastîya rêxistin û gele bakurê Kurdistan’ê, me neçar dike em rasyonel bifikirin.

Ne rast e, ku em realîteya xwe nebinin.

Di hela din da, hinek bajarên bakurê Kurdistan’ê hatin wêran kirin, bi sed hezaran şêniyê van bajaran koçber bûn, hêj îro jî di bin şert û mercên giran da dijîn, mexdûrin û hewceyî alîkarîyê ne.

Dîsa bi hezaran kes, parelementeran, serokşaredar, siyasetvan û sivîl hatin derdestkirin, ne pêkan e em vê xerabîyê, vê zordestîyê nebinin, herçiqas em bi siyasî ne wekî hev difikirin jî…

Çend rojan bere cîgêrê serokwezîr Numan Kurtulmuş digot, “eger di encama rapirsînê da denge ERÊ biserkeve, wate gel siyaseta me, têkoşîna li dijî teröre pesend dike.”

Wekî Numan Kurtulmuş dibêje, kesên dixwazin kuştin û wêrankirina bajarên bakurê Kurdistan’ê pesend bikinæ, bila denge “ERÊ” bidin, lê ev berpirsyarîyek dîrokî ye.

31.01.2017/Dusseldorf

  

 

 

 

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin