Bolton: Trump di bin bandora Erdogan de biryar da

Bolton: Trump di bin bandora Erdogan de biryar da

John Bolton biryara jikardûrxistina Serdozgerê Herêma Başûr a New Yorkê weke destwerdana di darazê de binav kir û sedema vê biryarê jî vegerandin peywendîyên Serokê Amerîkayê û Serokomarê Tirkîyê.

A+A-

Navenda Nûçeyan - John Bolton ji kenala ABC re li ser mijara doza Halkbankê axvî ku wî di Pirtûka xwe ya bi navê ‘The Room Where It Happened’ de jî behsa wê mijarê kirîye.

Bolton weke yek ji sedema jikardûrxistina Geoffrey Berman, Serdozgerê Herêma Başûr a New Yorkê ji alîyê Trump ve, peywendî û axaftinên di navbera Trump û Erdogan de nîşan da û got, “Erdogan daxwaza rêkeftinekê dikir ku fişara li ser Halkbankê rake.”

Herwiha Bolton behsa peywendîyeke serokên herdu dewletan di Berfanbara 2018an de kir ku bi gotina wî heta niha ji ti serokekî Amerîkayê ew axaftin nebihsîtine û dîyar kir, “Trump ji Erdogan re got, ‘Dozgerên New Yorkê zilamên Obama ne. Li benda wan kesên ku ez dê li şûna wan deynim bisekine, em dê vê meseleyê çareser bikin’.”

Şêwirmendê Berê yê Asayîşa Niştîmanî ya Amerîkayê got jî “Trump di bin bandora serokê dewleteke bîyanî destwerdanê di darazê de dike” û ragihand, “Rewşeke bi pirsgirêk e ku ji bo berjewendîyên xwe tişta dixwaze bide Erdogan û Halkbankê ku ew (Erdogan) û malbata wî week fondeke bertîlê bikar tînin.”

Serdozgerê Herêma Başûr a New Yorkê Geoffrey Berman ku ji alîyê Trump ve ji kar hatîye dûrxistin, lêkolîn li ser dosyeya Halkbankê jî dikir ku tê îddîakirin amborgoya li îranê binpê kirîye û Bolton jî jikardûrxistina wî wek “destwerdana serokekî di karûbarên darazê de bin bandora serok dewletekî bîyanî de” binav kir.

Li alîyê din Wezareta Dadê ya Amerîkayê ragihandibû ku Geoffrey Berman îstîfa kirîye lêbelê Berman red kiribû ku wî îstîfa kiribe û dîyar kiribû ku ew dê li ser erka xwe berdewam be.

Lêbelê paşê Wezîrê Dadê William Barr aşkere kir ku ew serdozger ji alîyê Trump ve ji kar hatîye dûrxistin.

John Bolton di sala 2018-2019ê de wek Rawêjkarê Asayîşa Neteweyî ya Amerîkayê li Koşka Spî kar kir û kesekî nêzîkê Donald Trump bû, li hinek cihan Trump ew wek bazê Koşka Spî binav dikir, lê piştre li ser nakokîyên ligel Trump ên derbarê sîyaseta wî de dest ji kar kişand û Trump û Bolton ji du dostan bûn neyarên hev.

Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin