Bolton: Pêwist bû Tirkiyê rê nedaba gemîya Îranê

Bolton: Pêwist bû Tirkiyê rê nedaba gemîya Îranê

Şêwermendê Ewlekarîya Neteweyî yê Emerikayê, John Bolton got: Pêwist bû Tirkiyê rê nedaba gemîya Îranê, ku bi rêyên ne yasayî, bikevtiba peravên wan.

A+A-

Şêwermendê Ewlekarîya Neteweyî yê Emerikayê, John Bolton got: Pêwist bû Tirkiyê rê nedaba gemîya Îranê, ku bi rêyên ne yasayî, bikevtiba peravên wan.

Gemîya Îranê ku li Cebel Tariq ji alîyê Brîtanîyayê ve, bi bîyanûya petrola neyasayî dibe Siriyê desteser kir bû.

Hikûmeta Cebel Tariq ku di bin desthilata Brîtanîya de ye, bi tevî nerazîbûnên Emerîkayê gemîya Îranê berdan û gemî ber bi Peravên Yûnanê birêkevt, lê Welatê Yûnanê destûr neda bikeve peravên wê. Dûv re ber bi Mêrsîn a Tirkiyê birêkevtibû û li wir barê xwe dana.

Bolton Rexne li Tiriyê kir û got: Ew gemîya Îranê bi rêyên qaçax derbazî bazarî bûye û Pêwist bûTirkiyê rê nedaba wê gemîya Îranê.

Berê jî, Emerika ragehandibû, ew alîyên harikarîya wê gemîyê bikin, dê rastî sizayên wan bibin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin