Bo hilbijartinê daxwaza betalkirinê

Bo hilbijartinê daxwaza betalkirinê

Piştî ku encamên destpêkê yên helbijartinên giştî yên Parlamentoya lraqê hatin ragihandin, 6 partiyên siyasî yên li Herêma Kurdistanê nerazîbûna xwe li hemberî encaman diyar kir û civînek li bajarê Silêmaniyê li dar xist.

A+A-

Di civîna îro de her yek ji Tevgera Goranê, Komela Îslamî, Yekgirtûya Îslamî, Hevpeymana Demokrasî û Dadweriyê, Bizava Îslamî û Partiya Komunîst a Kurdistanê beşdar bûn û piştî civînê bi daxuyaniyeke hevbeş daxwaz kir ku bila encamên helbijartinan werin betalkirin û ji nû ve werin lidarxistin.

‘BELGE LI BER DESTÊ ME HENE'

Herwisa di beşeke din a daxuyaniya xwe de dibêjin me belgeyên temam bi dest xistine ku sextekarî di encamên hilbijartinan de hatiye kirin û pêwîst e ew hilbijartin werin betalkirin.

Herwisa hate ragihandin ku lijneyek ji 6 partiyan hatiye avakirin ji bo ku serdana komîsyona bilind a serbixwe ya helbijartinan li lraqê bike.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin