Bloka Kurdî çi ye?

Bloka Kurdî çi ye?

Bûbe ESER

A+A-

Divê ez pir bi eşkere û bi zelalî bêjim ku di civatên nexweş ango serê xwe xwarine yan jî ew gêjo mêjo kirine tu caran tiştên rast, helwestên delal û biryarên li gor berjewendiya gel tu qîmet û hêjayiyên xwe tune ne.

Ji ber di civateke asasê wê bûbe derew, xapandin, fen û fût di wê civatê û partiyên ji bona wê doza azadiyê bike jî bawerî namîne û nema ye jî. Ji ber ku di nava vê  tevliheviyê de kesên wê ji bona berjewendiyên xwe derkevin pêş dê zêde bin.

Niha dagirkerên tirk karê xwe pir hêsan kirine û bi vê hêsaniyê çi demê bixwazin, berê tevgera li Bakurê Kurdistanê bidin ku didin wir, bê ku partî û rêxistinên din li xwe hay bibin. Ev jî malwêraniyeke mezin xerabiyek nedîtiye ku armanca vê tevgera kurdî beravêtî bikin.

Bi rastî rewşa niha ku Bakurê Kurdistanê tê de ye ji her demê xerabtir û xetertir e. Ji ber ku lê weha hatiye êdî bi destê hin rêvebir, serok û kadirên partiyên ji xwe re jî dibêjin em kurd û Kurdistanê ne vana ango hin xerabî ji ber berjewendiyên şexsî pêk tên û hê jî bê. Em ê di nêzîk de bibin şahidê vê.

Dagirkerên me berê bi dizî dixwest di nava hemû partî û rêxistinên kurdan de zilamên xwe ango sîxûrên xwe bi cih bike. Lê îro ev karê wan qediya êdî ew vê bi destê kurdan û hin rêxistinên wan ji bona xwe bi kar tînin an jî dixwazin bînin, dikin.  Wan ew sazûmana xwe pêk anîne û bi rêya wê li gor kêfa xwe bi partî û rêxistinên kurd û Kurdistanî ne henekên xwe dikin.

Ez vê hinekî vekim: Piraniya kurdên dilsozên gelê xwe ne, baş dizanin ku armanca avakirina PKKê têkbirina tevgera kurdan a her çar perçeyan bû û ew hê jî li ser vî asasî karê xwe didomîne. Ez pir bi eşkereyî dibêjim hin kurdan ev hê jî fêm nekirine.

Ez zêde dûr neçim û vegerim rewşa Bakurê Kurdistanê û tevgerên wan. Di warê çekdarî de PKKê li gor daxwaz û xizmeta ji wan re hatibû dayîn karê xwe bi serfirazî kirin. Niha jî dixwazin bi destê HDPê kurdan bixin xizmeta Kemalîzmê. Di vê rêyê de gelek qonaxên baş bi dest xistine. Lê karê wan hê neqediyaye û her berdewam e.

Lawazbûn û qelsiya tevgerên kurd û Kurdistanî ji ber vê tê. Yanî di qada xebatên eşkere de kîjan tevger xurt bibe, bi destê HDPê ew têk diçe. Heger HDP nikaribe vê bike jî wê demê dewlet vê dike ku tevgera niştîmanî li Bakurê Kurdistanê xurt nebe.

Ji ber ku ew dixwazin tenê wê partiya mejiyê wê û piraniya rêvebirên wê Kemalîst lê qilafetê wê kurd e û her di xizmeta Kemalîzmê de ye xurt be. Ji bona lawazbûna tevgerên din ev ango HDP jî erka xwe gelekî baş bi cih aniye û tîne.

Niha wê hilbijartineke bêwext di meha Hezîrana 2018an de pêk bê. Ji ber ku ev emirwaqî bû, loma jî haziriya tevgera Kurdistaniyan tune ye. Bi vê biryarê ew jî ketin nava lezekê, bezekê û kelecanekê.

Berî her tişt dixwazim bêjim ku navê Blokê şaş e. Dikare bibe "Eniya Kurdistaniyan, "Cephe", "Tevger" gelek navên din jî hene, lê "blok" tê wê wateya ku ev ê tenê ji bona vê hilbijartinê hebe.

Niha HDP bi hemû hêza xwe bi vê yekê mijûl e ku nehêle ji bilî wan tu tevgereke din pêk bê. Ji ber vê heger di nava vê blokê de cih bigirin wê bikin weke xwe. Ji ber ku hêza xurt û ya xwedî pere û çekdar ew bixwe ne.

Heger di vê blokê de HDP cih negiire wê hewl bide blok piştgiriya wan bike, da ku ew bi ser bikeve. Heger weke blok piştgirtiya wê neyê kirin jî ew vê carê bi dizî bikeve nava partiyên din, parlemenî û hin tiştên din pêşkêşî wan bike da ku tevgereke neteweyî ya kurdan pêk neyê û wê di nava blokê de tevliheviyan derxe.

Heger ew bloka niha behsa wê tê kirin pêk bê û biryara piştgiriya hdp nekin, bidin, wê ji nava vê blokê hin partî bi şertên hin parlemenî ji wan re bê dayîn wê li dijî helwesta blokê derkeve û piştgirya HDPê bikin.

Ha di vir de tê dîtin ku partî û rêxistinên me hê di nava xwe de bi hev re jî ne zelal in. Ji ber daxwaza hin rêvebiran hene ku bibin parlemen, ji bona vê jî çi lazim be wê vê bikin, divê kurd û endamên wan haydarê vê bin.

Di pêşerojê de wê tiştên ango hin xerabiyên ku em qet xeyal jî nakin dikare pêk bê. Loma divê tevgerên me partiyên me ji niha de ji bona vê xwe amade bikin, haziriyên xwe yên ji bona demên dirêj bikin.

Ez dibêjim, li gor wan xalên PAKê (Partiya Azadiya Kurdistanê) destnîşan kiribûn, ne blok eniyeke neteweyî pêk bînin, li gor hêz û qawata xwe kar bikin. Biryar bigirin ku ji bona vê hilbijartinê divê piştgiriya HDPê nekin.

Kurd çiqasî bi hêz û qawet jî bin dê nikaribin, bi rêya parlemana tirkan ji bona berjewendiya kurdan guherandinan bikin. Loma jî divê ew enî an cephe ji niha de ji bona hilbijartinên şaredariyan xwe amade bikin. Li gor min ya rast jî ev e.

Kar û xebatên Kurdistaniyan divê ne ji bona anîna demokrasiya Tirkiyeyê be. Hedefên me diyar, armancên me Kurdistaniyan zelal e. Em ji bona mafê xwe yê rewa ketine ser rê û hê jî dimeşin, heta ku em wê bi dest bixin...

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin