Blinken û Lloyd Austin hefteya pêş serdana Asyayê dikin

Blinken û Lloyd Austin hefteya pêş serdana Asyayê dikin

.

A+A-

 Wezîrê Karûbarên Derve Antony Blinken û Wezîrê Berevaniyê Lloyd Austin, cara pêşî bo karên dewletê, diherin derveyî welêt, hefteya pêş serdana Asyayê dikin.

Di serdana Asyayê de, Blinken û Lloyd dê herin Japonya û Koreya Başûr ku her du jî li herêmê hevalbendên Amerîka ne.

Antony Blinken ji ser Twitterê diyar kir, ew sebir nake ku bi hevalbendên xwe yên li Japonya û Koreya Başûr re bicive.

Blinken destnîşan kir, dê Wezîrê Berevaniyê Lloyd Austin jî di serdanê de bi wî re be û got, ew dê bo aştî, aramî û ewlekariya cîhanê bixebitin.

Herwiha çaverê ye ku Blinken bi karsazên Japonya re bicive û bi rojnamevanên wî welatî re jî bi awayekî onlayn hevdîtinê çêke.

Blinken dê bi rojnamevanên Koreya Başûr re jî civîneke onlayn çêke û dê ji wan re qala girîngiya tifaqa her Washington û Seulê bike.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin