Blinken: Spasiya Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê kir

Blinken: Spasiya Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê kir

.

A+A-

Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Anthony Blinken di salvegera duyem ya tekbirina rexistina terorîstî ya (DAIŞ) li Iraq û Sûrîyê daxuyanîyek belav kir.

Di wê daxuyaniyê de Blinken ragihand: “Du sal berê, Hevpeymanîya Cîhanî ya Têkbirina DAIŞê, bi hevkarên me yên herêmî, tevahîya heremên ku ji hêla DAIŞê ve dihat kontrol kirin, rizgar kirin ku ev yek di hewildana bo têkçûna mayînde ya koma têrorîst gaveke girîng e. Em, di şerê dijwar yên dijî DAIŞ'ê de mêrxasî û fedakarîya hêzên ewlehîya Iraqê, Pêşmergeyên kurd û Hêzên Sûrîya Demokratîk silav dikin. Em bi van hêzên hevkar re xebata xwe didomînin da ku givaştina ser bermahîyên DAIŞê bidomînin.’’

Herwiha di berdewamiyê jî de Blinken got: ‘’Ji dema têkbirina 'xîlafeta' heremî ya derewîn ya DAIŞê, koalîsyona navnetewî ya 83 endamî hewlên xwe didomîne da ku karîna DAIŞê ya rêxistin û plankirina êrîşan û komkirina mîlîtanan û radîkalkirina ji ser înternetê têk bibe. Me rêberên serekî yên DAIŞê kuştin û şopandina yên mayî jî didomin ku em pêşî li vejîn wan bigirin û wan radestî dadmendîyê bikin. Nêzî heşt mîlyon mirov vegerîyane malên xwe û wan bi alîkarîya piştgirîya aramîya koalîsyonê dest bi jinûve avakirina jîyana xwe kiriye. Hevpeymanîya Navnetewî bi biryardarî xwedîyê dîtina têkbirina vî dijminê ye û ewê dijî wê rêxistina tundrê hewlên xwe yên li Îraq û Sûrîyê û welatên din bidomîne."

Wezîr Blinken da zanîn ku Amerîka bi dilsozî endamtîya Hevpeymanîya Navnetewî didomîne û di têkbirina mayînde ya DAIŞ'ê de pêgir e.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin