Blinken: Di gelek waran de Tirkiye wek hevpeymanek NATOyê tevnagere

Blinken: Di gelek waran de Tirkiye wek hevpeymanek NATOyê tevnagere

.

A+A-

 Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, dema di senatoyê de butçeya Wezereta Karên Derve dihat gotubêjkirin, rastî pirsên gelek senatoran hat.

Senatorê Demokrata Robert Menendez, pirsek di derbarê Tirkiye de kir û diyar kir: ‘‘Li welatek hevpeymanê NATOyê de gelek rojnemevan û parêzer di girtîgehan de ne. Tirkiye Kibrisê tehdît dike, pêwendiya li gel hikumeta Libyayê ya ku kesek nas nake datîne û bi vê yekê qada Yunanistanê dike di bin tehdîtekî de û li gora xwe herêmekî darayî radigihîne. Li ser Azerbeycanê ve êrîşê Ermenistanê dike, Tirkiye hiqûka navnetewî îhlal dike.Baş e em li hember Tirkiya ku di bin desthilata Erdogan de çi dikin? Ez dibêjim desthilata Erdogan ji ber ku ez ne behsa gelê Tirkiye dikim behsa desthilata Erdogan dikim?’’

Wezîrê Karên Derve yê Amerikayê di bersiva xwe de got: ‘‘Ez dizanim ku hefteya werê dema serok Biden li gel Erdogan bicive, dê qala van pirsgirêkan hemiyan bike. Ev babetên ku hûn qal dikin, pirsgirêkên di navbera Amerika û Tirkiye de ne. Di gelek waran de Tirkiye wek hevpeymanek NATOyê tevnagere. Ne tenê kirîna sîstema S-400 da me aciz dike, helwesta Tirkiye ya rojhilatê Behra Spî jî babetek e ku em gelek pê ne rehet in.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin