Biryargeha Sarullah: Ya îro pêngava yekem bû û em dest ji Amerîkayê bernadin

Biryargeha Sarullah: Ya îro pêngava yekem bû û em dest ji Amerîkayê bernadin

Îsmaîl Kewserî derbarê bersiva Îranê ya li hember kuştina Qasim Sulêymanî ji alîyê Amerîkayê ve bi êrîşên mûşekî ragihand: “Amerîkî divê bizanin ku gerek navçeyê terk bikin.”

A+A-

Navenda Nûçeyan- Cîgirê Biryargeha Sarullah a ser bi Supaya Pasdaran a Îranê ve piştî êrîşa îro ya bo ser binkeyên serbazî yên Amerîkayê ragihand: “Em ti caran tiştekî nabêjin ku em di pratîkê de pêk nehînin û ya îro danê sibê pêngava yekem bû”. Îsmaîl Kwserî got, divê Amerîka ji navçeyê derkeve û bila amerîkî bizanin ku em dest ji Amerîkayê bernadin.

Îsmaîl Kewserî derbarê bersiva Îranê ya li hember kuştina Qasim Sulêymanî ji alîyê Amerîkayê ve bi êrîşên mûşekî ragihand: “Amerîkî divê bizanin ku gerek navçeyê terk bikin.”

Kewserî dîyar kir: “Berpirsên Amerîkayê dive rêgirî li tawanên Trump bikin û wiha nefikirin ku ev der qada qumarkirinê ye. Ev der qada amadebûna mirovan e ne qada qumarkirinê. Berpirsên Amerîkî divê zextê li Trump bikin û ji pêngavên xwe yên şeranî dest berdin, eger na hêzên wan ên li navçeyê dê zirarê bibînin. Her tevgerekê jî bikin, piştrast bin ku em kêmtir ji wê yekê bersiva wan nadin.”

Cîgirê Biryargeha Sarullahê destnîşan kir: “Rayedarên Amerîkî divê di xema hêzên xwe de bin û bi hezaran kîlometreyan dûr nerûnin û hêzên wan jî di bin agirê hêzên me de be. Amerîkî divê ji navçeyê derkevin, ev daxwaza yekem a şehîd Sulêymanî jî bûye û divê bizanin ku em dest ji Amerîkîyan bernadin.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin