Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Biryara metirsîdar: Pîşandina kayyiman

A+A-

Koşenivîskarekî Tirk, di nivîsa xwe da, wekî serokkomar R. Tayyip Erdogan dibêje, ku ew jî biryara desteserkirina 28 şaredarîyan û pîşandina(tayînkirin) kayyiman biryarek derengmayî dibîne û gotinek hêj sosret jî dike; dibêje, “Nivîsandina navên şaredarîyan bi zimanên cihê (mebesta wî jexin ji tirkî ye) ne biratî, dijminahî ye.”

Belê we rast xwend, carek din binivîsim; dibêje, nivîsandina navê şaredarîyan bi zimanekî ne tirkî biratî nîn e, dijminahî ye!

Li welatê me, li hemberî kesên weha bertekek balkêş nîşan didin, dibêjin NA LO! û dibin mijara henekan.

Ti aqil û feraset tine ne, ku nivîsandina navê şaredarîyekê bi zimanêkî cîgayî (mehellî), bo mînak bi Kurdî(*), Ermenî, Asûrî an Erebî yekser bi dijminahî nav bike.

Lê li Tirkîyê, taybetî aqlê faşîst, şowenîst û nijadperestan bi qasî bîrdozîya (ideoloji) wana fireh e, cîhanê, mirovahîyê di asta aqlê xweyî nizm da dibînin.

Mixabin feraset ev e, li Tirkîyê.

Ne tenê nivîskar û siyasetvanên şowenîst û nijadperest weha difikirin, îro siyaseta dewletê jî li ser vê ferasetê kar dike, aqlê reveberên dewletê jî ewqasî dibire.

Heçku, peyva „beledîyê“ jî ne Tirkî ye, bawerim şowenîst û nijadperestên Tirk vê rastiyê nizanin, an jî her kesî wekî xwe evdal dibînin.

Peyva beledîyê, bi guhertina peyva “baladî“yê hatiye çêkirin, peyva „baladî“ jî Erebî ye.

Bi ya mentiqê tirkên şowenîst û nijadperest divêbûya peyva „beledîyê“ jî li ser dîwarê şaredarîyan nehata nivîsin, eger bêt nivîsin jî ev, yekser dijminahî ye!

Nexwe mirov çawa şîrove bike biryara roja erefê, daku hikûmetê kayyim pişand 28 şaredarîyan, ji vana 24 li bakurê Kurdistan‘ê ne, çarên din bi mebesta „FETÖ“ ketin ber şepela kayyimê.

Vê biryarê carek din destnîşan kir, ku reveberên dewleta Tirk ji dîroka xwe dersan nastînin, pêdivîya dûr lêkolînê nîn e, ji ber ku di dîroka nêzik da bi sedan bûyerên ku di encama biryarên şaş da qewimîne dagirtî ye, herweha berevacî feraset û daxwaza wana encam daye, him bi malî û him jî, bi canî zirarek gellek mezin pêk hatiye.

Biryarên weha tenê encamekê didin, ev jî, xetimandina hemû rê û derfetên aştiyê ye û kûr û firehbûna dijminahîyê ye.

Bi biryarên weha şer û pevçûn bêhtir dibin, xwîna gencên malbatên belengaz dirêje, bajar, navçe û gundên bakurê Kurdistan’ê wêran dibin.

Bi şer û pevçûnan, bi tûndiyê, bi kuştin û wêrankirinê ne pêkan e Bizava Azadîxwaza Kurdistan‘ê bêt bê dengkirin û pelçiqandin.

Ewqas sal in, çawa dibe ku reveberên dewleta Tirk ev rastî fam nekirin?

Heçku famkirina vê, wekî min li jor jî got, vegere ser dîroka xwe ya dema nêzik bes dike.

An sedemên din hene!

Eger, dewlet bawer dike ku dê ji xeletîyên PKKê sûdê werbigre û têkoşîna bakur û rojavayê Kurdistan’ê dê di demek nêzik da bikevin rewşek marjînal ev xefn e, ji ber ku Bizava Azadîxwaza Bakurê Kurdistanê ne doza PKKê bi tenê ye, êdî gel jê xwedî derdikeve.

Mentiqê vê biryarê jî tine ye, bo mînak di encama hilbijartina pêşedem da eger heman kes, an ji heman derdora siyasî şaredar bên hilbijartin, gelo hikûmet dê helwestek çawa bigre?

Dema mirov li helwesta îro ya hikûmetê û serrokkomar dinire, divê ev pêşwaziyê li encamên hilbijartinê nekin!

Vêcarê, tenê rêyek dimîne, ev jî dibe ku li hêrêmê hilbijartin nebin, rewş vegere berîya salên 1950î.

Jixwe, heta îro hikûmetê jexin destpêka salên pênceyî ti deman herêma bakurê Kurdistan’ê wekî rojavayî Tirkîyê birêve nebir.

Ji salên şêştî „dewra geşepêdana bi plan“ (tirkî dibêjin planli kalkinma donemi) dest pê kir, her pênç salan plan li Enqerê dihat çêkirin, bêşik para mezin li rojavayê Tirkîyê ra diçû, herweha li herêmê tedbîrên ewleyî, perwerdeyî, tendûristî û …..hwd, her di asta nizm da bûn.

Dixwazim aneknotek xwe bibêjim, ez  endamê „Komîsyona Saziyên Aborîya Gelemperî“ (tirkî dibêjin Kamu İktisadî Teşebbûsleri Komisyonu KİT) bûm, hemû bîlançoyên saziyên gelemeperî dihatin komîsyonê, gellek caran gengeşiyên me dibûn, rojekê parlementerekî Tirk gote min; „ma hûn ji me çi dixwazin me ji wera Berajê Ataturk avakir.“ Min bersiva wî da û got; „eger riveberîya welatê me di destê me da bûya, meyê bîst salan berê ew avabikira, we jî serîyek û du çav hene me jî, çima aqlê we ji me zêde be.“

Gotin ev e, dema mirov xwediyê welatê xwe be, herweha hezkirê welatê xwe be û ji bîrdozîya tûnd û pêşdarizê xwe biparêze, çima nebe?

Gotina dawî, wekî hemû biryarên heta îro ev jî dê berevacî hêvîya hikûmet û serokkomarê Tirk bêencam bimîne.

Tekane rê ev e, hikûmet rojek berê rojekê ji biryara xwe vegere û bi layê Kurd va hewla danûstandinê bide û li ber aştiyê nebe kelem.

Bi hêvîya dilşadî û tendirûstîyê, bila cejna we pîroz be.

 

12.09.2016/Dusseldorf                           

(*)Bêşik, zimanê kurdî ne di asta zimanekî mehellî da ye, ev zimanê neteweyekî kedîm e, li Rojhelata Navîn.

  

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin