Biryara lidarxistina referandûmê ji bo Kerkûkê

Biryara lidarxistina referandûmê ji bo Kerkûkê

Serokê PAKê Mustafa Özçelik biryara lidarxistina referandûma Kerkûkê pîroz kir

A+A-

Encûmena Parêzgeha Kerkûkê îro bi armanca dengdana liser referandûmê civiya û bi piraniya dengan biryar pesend kir.

Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talabanî di civîneke çapemeniyê de ragihandîye; “Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi piraniya dengan biryar da giştpirsî were kirin. Hemû tirkmen û erebên resen ên bajêr jî piştgiriyê didin vê biryarê.”

Talabanî eşkere kir, ku Encûmena Parêzgeha Kerkûkê biryara Parlamentoya Iraqê ya derbarê daxistina Ala Kurdistanê de jî red kir û diyar kir, ku dê Ala Kurdistanê li hemû sazî û dezgehên Kekrûkê were bilindkirin.

Serokê PAKê Mustafa Özçelik ji hesabê xwe yê Twitterê de; Biryara lidarxistina referandûma Kerkûkê pîroz kir.  Û got, ev biryar ji bo hemû navçeyên ku mijara maddeya 140î ye divê êdî neyê texîr kirin, pêk bê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin