Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Biryara çekdarkirina HSDê û bertekên Tirkîyê

A+A-

Biryara serokê Dewletên Yekbûyî Amerîka (DYA) bona çedarkirina Hêzên Surîya Demokratîk (HSD), taybetî li Tirkîyê û Rojhelata Navîn bû sebeba karvedan û bertekên gellekî fireh.

Taybetî li Rojhelata Navîn dibêjim, ji ber ku ev biryar li DYAyê bi xwe ne ewqas wekî mijarek sereke di rojevê da ye, jixwe ev biryar di dema seroktîya Brack Obama da hatibû stendin, lê li ser erdê bi cî nebûbû.

Biryara serok Trump di dema çend roj berê serdana serokkomarê Tirk da hat, tê payîn ku 16î

vê mehê Erdogan dê serdana Amerîka bike.

Siyaset û dîplomasî ev e, di heman rojê da, roj û dema serdana Erdogan têt pesend kirin û Pentagon biryara serok li raya giştî eşkere dike, him jî di rojên ku şanda Tirkîyê li Washington'ê bû.

Wekî têt zanîn, berê serdana Erdogan şandek bi serokfermandarê artêşê, rawêjkarê Dezgeha Sixûrîya Millî (MİT) û şêwirmendê serokkomar pêk hatibû, şanda navborî bi mebesta pêşîlêgirtina biryara çekdarkirina HSDê û amedekarîya serdana Erdogan li Washington'ê bû.

Tirkîyê, taybetî serokkomar R. Tayyip Erdogan û wezîrên wî bertekên gellekî tûnd nîşan dan, lê ne bertekên Erdogan û ne jî yên wezîran encam guhert.

Peywendiyên DYA û Tirkîyê her dem tîzek, ango di rastîya xwe da nexweş bûn, lê di sala 2003an da şkestek xwar, ji wê rojê va ye ku DYA'yê her dem di siyaset û biryaraên xwe da pêşemercek heye û Tirkîyê "dewletek nepêbawer" dinirxîne.

Şkesta sala 2003an bi êrişa DAİŞê ya li ser Kobanîyê duqak bû, carek din, taybetî efserên Amerîkî bi nîzik va helwesta dewlet û artêşa Tirkîyê dîtin û bawerîya wan li ser mebesta Tirkîyê ya nepaqiş misoger bû.

Ev peywendîyên raborî, daku binyada pênebawerîyê diafirîne, bi bombebarana Tirkîyê, ya li dijî Şingal û Qereçoxê firehtir bû, ku li Qereçoxê hêzên PYD bûbûn amanc û zirarek mezin malî û canî encam dabû.

Ev êrişa Tirkîyê ya bi nişkava Hêzên Hevpeyman, Federasyona Rusya'yê (FR) û taybetî DYAyê hejand, ji ber ku him têkoşîna li dijî DAİŞê diket bin xeterê û him jî, kaosa Suriyê hêj metirsîdartir dibû û derî li şerekî hêj dijwartir vedikir.

Weha dixuye, ku DYA û FR'yê ev metirsî dîtin û li ser tixûbî rojava û bakurê Kurdistan'ê hêzên xwe bi cî kirin.

Ger we bala xwe dabû, her çiqasî serokkomarê Tirk gefa êrişek bi nişkava dixwe jî,  ji wê rojê va ye ku Tirkîyê di peyamên xwe da hinek sist bû ye.

Her çiqasî ev biryara serokê DYAyê bi amanca serketina şerê li dijî DAİŞê be, ji ber ku ev bona vê dewletê amancekî sereke ye, bi bawerîya min ev biryara gavek konjuktûrel e, lê bi siyaset û helwestek rasonel dikane rengê xwe bigure biryarek stratejîk.

Ji ber ku kaosa Suriyê dirêj ajot û hemû têkildarên pirsgirêkê westandin, ligel civînên Cenevê û Astana jî hêvîya aştîyê di demek nêzik da naxûye.

Bê guman, wekî herkesê/î xwedî wîjdan Kurd jî li hemberî karesat û wêrankarîya Surîyê dilgiran in, lê gelê rojavayê Kurdistan'ê ji rejîmê Bees gellekî stemkarî dît, bi salan di bin zorûzilmê da bû, bi sed hezaran kes bênasname bûn.

Gavek xwezayî ye, ku Kurd bona paşeroja xwe biryarên girîng bidin, bi Hêzên Hevpeyman va, taybetî bi DYA'yê va hewla peywendiyên stratejîk bidin.

Bona DYAyê gava herê girîng têkbirin û tinekirina DAİŞê ye, bona paşeroja Suriyê, taybetî piştê DAİŞê dê çawa bibe hêj proje û siyasetek konkret nehatîye eşkere kirin, lê me divê em hesabê paşeroja xwe bikin.

Gava girîng ev e, ku tevgara siyasîya rojvayê Kurdistan'ê bona paşeroja Suriyê bi DYAyê va pêywendiyê stratejîk damezrînin.

Peywendiyên PYD û ENKSê bona paşeroja rojavayê Kurdistan'ê diyarker in, bona hebûn an tinebûna rojavayê Kurdistan'ê, mafên neteweyî û demokratîk....û herweha berpirsyarîyek dîrokî.

Ji dest vê, peywendiyên stratejîk, taybetî bona paşeroja rojavaya Kurdistan'ê gellekî girîng in.

Ev jî bi hevkarîya hêzên Kurdî encamek serketî dide, rêya vê jî bi dawî hatina pirsgirêkên navxweyî yên rojavayê Kurdistan'ê ne.

Bê guman, me hêvî hebû ku PYD û ENKS bi amancên neteweyî yekrêzîya xwe, piştevanîya xwe pêk bînin, ev nebû.

Lê dîsa jî divê aramîya siyasî xera nebe, ji ber ku paşeroj dikeve nav metirsiyê.

Bi bawerîya min, divê him TevDem û him jî ENKS li helwest û siyaseta xwe vegerin, ger TevDem gav navêje jî bila ENKS bavêje, dest bi têkoşînek demokratîk û berpirsyarî bike.

Bê guman, rayagiştîya Kurd, li herçar parçeyên Kurdistan'ê, dê fidekarîyek weha di cî da binirxîne, qîmetek bilind bidê.

12.05.2017/Semsûr

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin