Biro: Ji bo Yekrêzîya Kurdî, nakokîyên sîyasî yên mezin hene

Biro: Ji bo Yekrêzîya Kurdî, nakokîyên sîyasî yên mezin hene

Endamê Desteya Pêwendîyên Derve yê ENKS Îbrahim Biro radigihîne, ji bo yekrêzîya Kurdî, pêwîstî bi yekhelwestîya nerîna sîyasî, rêkeftineke sîyasî, îdarî û serbazî bi gerentîkarekî navdewletî heye.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Endamê Desteya Pêwendîyên Derve yê ENKS Îbrahim Biro beşdarî bernameya “Rojev ” a K24ê bû û derbarê guhartina demografî ya ji alîyê Tirkîyê û grûpên ve çakdar ve li herêmên Kurdî tên kirin de ragihand, ev metirsîyeke cidî ye û ENKSê ev pirs di hevdîtina bi Serok Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de guftûgo kir, wan jî dilgiranîya xwe di vê derbarê de nîşan dan û herwiha piştevanîya xwe jî di warê sîyasî û dîplomasî de ji ENKS û gelê me re ragihandin.

Biro got: Dema hêz di destê PYDê de bû û Amerîka jî li herêmê bû, PYD nekarî destkeftên Kurdî biparêze. Niha rîya sereke li pêş me maye ew e, em bi xelkê Sûrîyê danûstandinên berfirah bikin û doza mafên xwe wek neteweyek sereke di hundir Sûrîyê de bikin, di wê çarçoveyê de jî em danûstandinekê di bin çavdêrîya navdewletî bi rêjîma Sûrîyê re dikin.

Li ser yekrêzîya Kurdî, Biro got: Ji bo Yekrêzîya Kurdî, divê zelalbûnek di nerîna sîyasî de hebe, lê cudahîyên gelekî mezin di nerînên sîyasî yên PYD û ENKSê de hene. Ji encama sîyaseta PYD, gelê me ket şerekî li hember welatekî mezin wek Tirkîyê û Tirkîye derbasî herêmên me bû. Li ser asta navxweyî jî hemû xelkê Sûrîyê kirin dijminê Kurd.

Herwiha got: Niha divê em karibin nerîna sîyasî bikin yek ji bo ku tiştê maye biparêzin. Yekrêzîya Kurdî, yekrêzîya sîyasî ye, lê hema heger em ketin tengavîyê em bibêjin ku em yekrêz bin û şer Tirkîyê, yan şerê xelkê Sûrîyê bikin, em nikarin vê yekê bikin.

Biro got jî: Tiştê niha pêwîst e, divê yan em vegerin rêkeftinên berê, yan rêkeftineke nû bikin, em li ser mafên Kurdan li Sûrîyê lihev bikin û hevbeşîyeke rasteqîne bikin û di bin çavdêrîya navdewletî de û em kar bo parastina taybetmendîya Kurdî di Sûrîyê de bikin, ku em miletek in li ser erdê xwe ne û mafên me hene.

Biro li ser destpêşxerîya Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî dîyar kir, ENKSê her amade ye bo nêzîkahîya Kurdî – Kurdî, lê divê bawerî bê avakirin û gerentîkarekî navdewletî hebe û ew karibin rêkeftineke berê vejînin, yan rêkeftineke din ya sîyasî, îdarî û leşkerî bikin, lê heta niha ti gav di wê derbarê de nehatine avêtin.

 Çavkanî: K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin