Biro: ENKSê nebûya, nakokiyên rêjîm û opozîsyonê dê di gelek xalan de nebûna   

Biro: ENKSê nebûya, nakokiyên rêjîm û opozîsyonê dê di gelek xalan de nebûna  

.

A+A-

Endamê Desteya Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyê Îbrahîm Biro derbarê civînên Komîteya Destûra Sûriyê de ragihand, heta niha baweriya rêjîma Sûriyê bi danûstandin û çareseriya siyasî nîn e.

Îro 3 roj in li Cenêvê danûnstandinên gera pêncem a Komîta Destûra Sûriyê bi serperiştiya Netewên Yekgirtî tên lidarxistin. Endamê Desteya Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyê Îbrahîm Biro ku nûnerê ENKSê di nava wê desteyê de ye li ser wan civînan beşdarî bultena K24ê bû û bersiva pirsên bêjer Cemal Batun dan.

Îbrahîm Biro li ser pirsa helwesta rêjîma Sûriyê got: “Heta niha rêjîma Sûriyê naxwaze bi cidî bikeve nava guftûgoyên perensîpên destûrê û hincetan dibîne û tenê demê vala derbas bike, ji bo ku xwe bigihîne meha Hezîranê û hilbijartinên serokatiya Sûriyê encam bide. Rêjîma Sûriyê rojekê jî baweriya wê danûstandinan, çareseriya siyasî û danîna destûreke nû nayê.”

Herwiha Biro iyar kir: “Pirsa danîna destûreke nû ji Sûriyê re, yek biryarên civînên Astanayê ye û herwiha yek xalên biryara navdewletî 2254 e jî, ji ber wê Rûsya hin fişaran li rêjîmê dike ku beşdarî danûsandinan bibe. Lê ti carî rêjîm ne amade ye xala destûrê û xalên din ên çareseriya krîza Sûriyê bi cih bike, bi taybet ku rêjîm gelekî ji derbasbûna di nava qonaxa veguhastina siyasî bibe. Ji ber ku dema qonaxa veguhêz destpê bike, ev tê wateya bidawîhatina wê.”

Biro amaje bi nakokiyên di nava opozîsyona Sûriyê de kir û got: “Bandora welatên wek Tirkiye, Siûdiye û Rûsyayê li ser hin aliyên opozîsyonê hene, ji ber wê jî ev salek e nakokiyên di nava opozîsyonê de kûr in.”

Derbarê rola ENKSê di nava opozîsyona Sûriyê de got: “Tevî ku hejmara nûnerên kurd di nava şanda opozîsyonê de kêm e, lê rol û bandora ENKSê li Komîta Destûrê û Desteya Danûstandinan heye. Heger ne ji şanda ENKSê be, dibe ku nakokiyên di navbera rêjîm û opozîsyonê de di gelek xalan te tune be, ji ber ku em (wek ENKS û Kurd) di danûstandinan de pirsên sereke yên derbarê Sûriyê bi giştî û pirsa kurdî û hemû pêkhateyên din ên netewî di Sûriyê de bi taybetî pêşkêş dikin.”
 


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin