Biro: Em wek ENKS di diyalogê de berdewam in û divê rêz lê bê girtin

Biro: Em wek ENKS di diyalogê de berdewam in û divê rêz lê bê girtin

.

A+A-

Endamê Komîteya Derve ya ENKSê Îbrahîm Biro li ser daxuyaniya endama Serokatiya PYDê Fewza Yûsif ragihand, “Her carê ENKS sardana Tirkiye yan Îtîlafê bike, PYD wê bi xiyanetî bi nav dikin. Lê di heman demê de jî ew bi xwe dibêjin em amade ne bê şert û merc bi Îtîlafê û Tirkiyê re rûnin.”

Endama Desteya Serokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Fewza Yûsif di hevpeyvînekê ligel medyaya PKKê de ragihandibû: “Danûstandinên yekrêziya aliyên kurdî li rojavayê Kurdistanê gihîştiye riyeke girtî. ENKS roj bi roj mercên nû yên zehmet pêşkêş dike û daxwaza hevpariya nîvenîv di Rêveberiya Xweser de dike.”

Endamê Komîteya Derve ya ENKSê Îbrahîm Biro li ser daxuyaniya endama Serokatiya PYDê Fewza Yûsif ji K24ê re ragihand, “Ne cara pêşî ye ku serkirdeyên PYDê daxuyaniyê wiha li ser ENKSê didin. Ji destpêkê ve di bin çavdêriya Amerîka de hin prensîp ji bo diyaloga kurdî hatin danîn. Danûstandin dê di navbera du aliyan de be, ji bo bigihin hevpariyeke rasteqîne. Ev tometên ku niha ENKS pê tometbar dikin, êdî nayên qebûlkirin.”

Herwiha Biro got: “ENKS ne ku kompanyayekê parve dike dema daxwaza hevpariyeke rasteqîne dike, belkû em dixwazin xizmeta miletê xwe bikin. Rêveberiya Xweser a heye, çend sal in tiştek li rojavayê Kurdistanê nehîşt, her tişt wêran kir û bi rêkarên ewlekariyê û gefên leşkerî xelk birçî û koçber kir. Vê Rêveberiyê heta niha tiştek ji hikûmeta Sûriyê ji bo mafê gelê kurd nekiriye. Karê ku PKK li Herêma Kurdistanê û Şingalê dikir, bandoreke gelekî xirap li rola PYDê kir di hundirê Kurdistana Sûriyê de ku êdî gefan li xelkê û xwediyê Pêşmergeyan dixwin û dibêjin em ê we ji welat derbikin.”

Biro diyar kir: “Di dema ku danûstandin çêdibin û gavên baş tên avêtin û hêviyên milet çêdibe ku aramî û aştî li welatê me çêbibe û vî welatî ava bikin, ew bi van daxuyaniyên wiha dixwazin her tiştî wêran bikin û tiştekî nehêlin ku danûstandin li ser bê kirin.Em wek ENKS, em ê di wan danûstandinan de berdewam bin, lê divê aliyê din rêzê li danûstandinê bigire û ev kesê ku daxuyaniyan li dijî ENKSê didin, lêpirsîn bi wan bê kirin.”

Biro amaje bi wê yekê jî kir her carê ENKS sardana Tirkiye, yan Îtîlafa opozîsyonê bike, wê bi xiyanetî bi nav dikin. Lê di heman demê de jî ew bi xwe dibêjin em amade ne bê şert û merc bi Îtîlafê û Tirkiyê re rûnin. Êdî ev tometên ji ENKSê re nayin qebûlkirin.

Li pirsa pavekirina rêveberiya nîvenîv, Biro got: “Ez tekez dikim û belge hene ku di destpêka diyalogê de em du alî wek du hevparên rasteqîne, li ser bingeha rêkeftina Duhokê, em hevpariyeke di rêveberiyê de di hemû warên wê yên siyasî, îdarî û leşkerî, ewlehî û aborî de dikin. Em dikarin van belgeyan nîşanî xelkê xwe bidin.”

Li dawiyê got: “Em ê bi hemû aliyên pêwendîdar re bikin, ta ku ev diyalog û danûstandin bikeve ser riya xwe ya asayî, weke ku di destpêkê de hatiye ku li ser bingeha rêkeftina Duhokê be û ew xalên baweriyê yên heta niha bi cih nehatiye, werin bicihkirin. Ji ber ku ENKSê gelek derfet da ku ev danûstandin bi ser bikeve û heta niha jî em wê derfetê didin.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin