Biro: Amerîka li Tirkiye û HSDê ferz kiriye şer rû nede

Biro: Amerîka li Tirkiye û HSDê ferz kiriye şer rû nede

Biro got: Me gelek zanyarî bi zelalî ji Wezareta Derve ya Amerîkayê wergirtin, wek çi rêkeftinên di navbera Amerîka û Tirkiyê de çê bûye, HSDê qebûl kiriye.

A+A-

Endamê Komîta Pêwendiyên Derve yê ENKSê Îbrahîm Biro beşdarî bernama “Rojev” a K24ê bû û derbarê serdanên dawiyê yên şandên ENKS ji paytextên welatên bihêz ên cîhanê û rojeva “herêma ewle” li Rojavayê Kurdistanê û rojhilatê Firatê ragihand, me nerîna xwe derbarê avakirina herêma ewle de gihand Amerîka û Rûsya.

Li ser hevdîtina şanda ENKSê bi Wezareta Derve ya Amerîka re li Washingtonê Biro got: Me gelek zanyarî bi zelalî ji Wezareta Derve ya Amerîkayê wergirtin, wek çi rêkeftinên di navbera Amerîka û Tirkiyê de çê bûye, HSDê qebûl kiriye.

Biro diyar kir, herêma ewle dê li sê qonaxan be, destpêkê dê di navbera Girê Sipî û Serê Kaniyê de be, qonaxa duyem dê ji rojavayê Serê Kaniyê û ta çemê Dîclê be, qomaxa sêyem jî dê ji rojavayê Girê û ta çemê Ferêt be. Kûrahiya herêma ewle ji 5 ta 14 K.M dê hêzên HSD û YPGê lê nebin û ta 20 K.M jî dê çekên giran lê nebin. Lê wê navçeyê dê hemû xal û baregehên HSDê bên rakirin û hin xalên gerên hevbeş ên Amerîkî – Tirkî bên avakirin. Ji aliyê esmanî ve jî Tirkiye dê di çarçova Hevpeymaniya Navdewletî de çavdêriya wê herêmê bike.

Biro amaje bi plana Amerîka derbarê herêma ewle de kir û got: Tiştê ji Amerîka re girîng, şerê DAIŞê ye. Amerîka metirsiyên Tirkiyê li ber çav girtine û Tirkiye razî kirine, lê tiştê baş ji bo gelê me ew e, Amerîka li ser Tirkiye û HSDê ferz kiriye ku şerek li wê herêmê rû nede.

Derbarê vegerandina koçberên Sûrî li navçeya aram, Biro da zanîn, Amerîka bi Tirkiyê re guftûgo kiriye, ka kî dê vegere û kî dê venegere wê wê herêmê û Amerîka bo pirsa guhartina demografî, hinekî metirsiyên me bipaş xistin.

Li ser rola ENKSê di herêma ewle de, Biro got: Hemû hevdîtinên bi welatên bihêz re, ew dibînin ku ENKS aliyekî sereke yê Rojavayê Kurdistanê ye û giraniya xwe heye û di hemû kongre û dîdarên navdewletî de nûnertiya Kurdan dike û tekezî jî li ser rola ENKSê ya siyasî dikin. Rengê berê yê rêveberiyê ji aliyê leşkerî û çi ji aliyê îdarî ve nayê qebûl kirin, ji ber ku Tirkiye ti kesekî ji aliyê PKKê ve li wê herêmê qebûl nake. Ji ber wê jî welatên ku me hevdîtin pê re kirine, dibînin ku divê ENKSê di hemû waran de di wê herêmê de beşdar be.

Derbarê nêzîkbûna di nava aliyên Kurdî de Biro amaje bi destpêşxeriya Fransî kir û got: Mixabin heta niha yek gav di wî de nehatiye avêtin. Rêveberiya heye nikare dest ji îdolojiya xwe berde.

Endamê Komîta Pêwendiyên Derve yê ENKSê li ser rêvebirina herêma ewle got: Amerîka da xuyankirin ku xelkê deverê dê xwe birêve bibin, lê divê PKKê tune be. Tirkiye jî dibîne ku PYD rêveberiya HSDê dike û dibîne ku PYD jî beşek ji PKKê ye. Ji ber wê jî divê rêveberiya heye li xwe vegere û şaşîtiyên berê dubare nebin û Kurd nebin qurbanî. Herwiha tê xwastin lihevkirin Kurdî – Kurdî û bi pêkhateyên deverê re bê kirin û guhartinên mezin di warî siyasî, îdarî û leşkerî de çê bibin.

Derbarê projeya ENKSê ku di hevdîtinên xwe yên welatên cîhanê re pêşkêş dike de ragihand, ENKSê li ser çend astan guftûgo dike. Li ser asta Sûrî ku mafê her kesekî di destûra Sûriyê de bicih bibe. li ser asta Kurdî, ENKS dibîne metirsiyên rûdana şer û vegera penaberên navçeyên din ên Sûriyê ji wê herêmê re bidûr ketine. Herwiha li ser asta ku çawa xelkê herêmê karibin vegerin û hilbijartin çê bibin û guhartinên mezin di warê îdarî û leşkerî de çê bibin.

Herwiha got: Çareserkirina pirsa Kurdî li Şamê ye, ne li ti devereke din e. Lê divê pêwendiyên me bi welatiyên çîran re baş bin û ne em li ser wan metirsî bin û ne ew li ser me metirsî bin.

Derbarê vegera Pêşmergeyên Roj û parastina ewlehî û aramiya Rojavayê Kurdistanê de Biro got: 2 rê hene, yan divê lihevkirineke Kurdî – Kurdî çê bibe, yan jî erkê vê hêza li Rojavayê heye nemîne û ji nû ve hebûna siyasî û leşkerî li Rojavayê Kurdistanê bê avakirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin