Birazaya Mistefa Selîmî: Mamê min gotîye ew ji Pênciwênê ve radest kirine

Birazaya Mistefa Selîmî: Mamê min gotîye ew ji Pênciwênê ve radest kirine

Birazayekî wî girtîyê kurd ê duh 11.04.2020ê Îranê darve kir, çend zanyarîyên bi hûrgilî bo malperekî nêzîk rêveberên nerazîyên Tevgera Gorran aşkera kirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Malpera Drew Medya, bi zimanê Fatîme Selîmî ya birazaya Mistefa Selîmî ve hin zanyarî belav kirin û tomara dengê wê jî li gel belav kir û Fatîme Selîmî dibêje: ‘’Bila gazind û gileyî be li Silêmanî û Pênciwên re nehatin hewara me.’’

Herwaha dibêje, mamê wê ‘’Hatibû Pênciwênê, 3 şevan jî li malekî de mabû.’’

Fatîma Selîmî nîgeranîya malbata xwe jî aşkera kirîye ku kes li herêma Kurdistanê ve neçûye hewara wan.

Di bersiva pirseke wê malperê ya gelo Mistefa Selîmî bixwe behs kir ku hatîye Pênciwênê? Fatîma Selîmî got: ‘’Belê belê, erê wila em piştrastin. Ji wê derê ve radestî Îranê hat kirin. Em ji vê piştrastin. Ji Pênciwênê re radestî Îranê kirin.’’

Herwaha amaje bi zanyarîyên ku asayîşê ew birîye ser sînorê Bane û ji wêderê ve radestî Îranê kir.

Fatîme Selîmî dibêje: ‘’Mamê min li maleke Germikê bû. Piştre bo Pênciwênê çû û 3 şevan li Pênciwênê ma. Gotinê Pêşmerge dê bên pêşîya me û ew kirine wesayîtekî de û birine bo asayîşê. Gotinê tu dê mehekî karantînayê de bî, nezanîyek ku fêl lê dikin û ew radestî asayîşê dikin û asayîş jî radestî Îranê dike. Ez kor bim bo mamê xwe yê xweşik, bo mamê xwe yê dijmin xwe li ber nedigirt.’’

Herwaha teqez kir: ‘’YNK dibêje we navê me xirab kirîye, em navê ti kesî xirab nakin. Ew neçûn bi hewara Mistefa Selîmî ve.’’ Selîmî aşkera kir asayîşê bixwe telefon bo Îranê kirine û ew jî bi çend wesayîtan çûne û ew vergirtine.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin