Binxet

Binxet

Çîroka Min

A+A-

Selîm ACAR

Gohdar bikin, ez dê ji we re çîrokekê bêjim!

Di despêkê de ji we re bêjim, ev çîroka ne ji bo zarok û mindala e. Ew ji bo mezin, kal û pîran e. Ku hûn naxwazin guhdar bikin, guhdar nekin, dev ji xwendina wê berdin! Çîroka min ne bi pere û pûlan e. Ku hûn dê wê bixwînin bila ji meraqan be.

Bi xwe kok û eslê vê çîrokê ne berhemê raman û aqilê min e. Koka wê ji parzemîna Efrîqaya Reş tê. Bi rastî min sî- çil sal berê, çîrokeke wisa ji nîvîskarekî Efrîqî , bi zimanê bulgarî xwendibû. Niha ne navê nivîskar û ne jî navê pirtûka wî tê bîra min, lê naveroka wê wek îro min xwendiye, tê bîra min. Ez dê vê çîrokê ji nû ve, li gorî şert û mercên Kurdistanê û yên vê dema em tê de dijin, bivejînim. Ji bo serê we neêşînim û zêde wexta we nestînim, ez dê wê bi kurtî bêjim.

Hebû tûne bû, carekê ji caran, di dema bav û kalan de gundek hebû. Em bêjin navê wî gundî ”Binxet”ê  bû. Gundekî mezin û bi sê taran bû. Gund li deşteke dûz û pir bi xêr û bereket bû, ango gelek dewlemend bû.

Xwediyê gund kesekî zalim, çavsor û bêrehm, bêwijdan, fenek, bi dekûdolab, lê ew zana bû. Em bêjin navê xwediyê gundê Binxetê ”Kurê Şêr” bû. Kurê Şêr dewlemend û desthildar lê gundî bindest û pir hejar bûn.

Ez serê we neêşînim, guhdarên hêja, nîştecihên resen ên Binxetê ji Kurê Şêrî pir aciz bûn, gûndî bûbûn mîna bombaya pîmkişandî, êdî kêrê dabû hestî. Lê Kurê Şêr jî zana, xwedî pêşdîtinên tekûz û bi plan kûr bû. Wî jî didît, rojên desthilatiya wî bi hijmar in. Dewlemendiya wî û heta jiyana wî û malbata wî di metirsiyê de ne. Dibê ew nexşeplanekê ji xwe re çêbike, dekûdolaban bigerîne, çareseriyakê ji çarenûsa xwe re bibîne.

Bi gelek şev û rojan ponijî, ket nava ramanan, çil rovî di serê wî de geriyan. Mîna birûskekê di mejiyê wî de ronahî veda û got ” Aaaa wisa, wisa!” û serê xwe hejand, çavên xwe dan ser hev, li dûr nerî, rû bişirî û  bi dengekî bilind gazî xulamê xwe kir û got: ”Kuro were, were vir!” Xulamê wî bi lezûbez çû gel wî û got: ”Bifermînin mîrê min!”

Kurê Şêr: ”Here gazî Nusretî bike, bira îşev ew bi dizî were gel min. Bila tu kes wî nebîne ku tê gel min, ha!”

Xulam: ”Fermana we ser seran, ser çavan, ey seyîdê seyîdan!” Bi lezûbez ji jora wî derket, berê xwe da mala Nusretî, bê tu kes wî bibîne, gihîşt ber derîyê wî, li pêşiya derî li Nusretî rast hat û bi kelecanî û dengekî nizim got: ”Nusret, Nusret! Baş guhdar bike, seyîd Kurê Şêr ji min re got, 'here ji Nusret re bêje bila îşev bi dizî were gel min, bê ku tu kes wî bibîne!' tu têgihiştî! Bila hevjîna te jî ji vê yekê ne agahdar be, ha!”

Nusret gundiyekî belengaz, hejar, lê durû, newêrek û tirsonek bû. Lê bi fort û virekan tu kes li ser wî re tune bû.

Nusret bi pozbilindî û bi dengekî xurt got: ”Here ji mîrê xwe re bêje, dema tarî têkeve ser erdê û kolan xalî bibin, ez dê li mala Kurê Şêrî bim! Bila ew dil rehet be, ez dizanim çawa bi dizî herim wir. Bila mîr dîsa dil rehet be, ne hevjiyana min, bavê min dê nebihîze ku deherim mala mîr!”

Xulam di demeke kurt de, hemû gotinên Nusretî ji mîr re birêz kir. Êdî dilê Kurê  Şêrî rehet bû, heta bi dengekî nizim di ber xwe de stranên evînê got û fîkand.

Piştî roj çû ava û Kurê Şêr bi malbata xwe re şîv xwar, piştî şîvê, berê xwe da jora xwe ya cîhê dekûdolaban. Nusret mîna rovî çil û çar zîvirok da xwe û piştî çend xulekan Nusretî li deriyê Kurê Şêr da. Kurê Şêr got ”Were!” Nusret derbasî hundurê jorê bû, herdu destên xwe da ser hev û ziq li erdê mêze kir û bi dengekî nizim û koledarî got, ”We ferman dabû mîrê min! Ez ji bo fermanên we amade me!” Kelecaniya wî bilind bû, nizanîbû dê çawa Kurê Şêrî kêxweş bike, lê ev got hatin bîra wî:” Bi xwîn û bi giyan qurbana we me ya Kurê Şêr!”

Kurê Şêr bê ku rûyê Nusretî mêze bike, bi dengekî fermandarî got: “Nusret, ez te baş dizanim û nas dikim. Ez dizanim tu çi mal î! Lê rewşa min ne pir pak e! Gundî bûne dijminên min. Gundên cîran gundiyên min li min sor dikin. Wisa gundî çavsorî bûne dikanin min xavî xavï bixwin, zarokên min bikujin, dest deynin ser jina min û malên min talan bikin.

Ez êdî nikanim li vî gundî rawestim, lê mal û serwetên min gelek in! Ez nikanim wan bi xwe re bibim. Ez dê têra xwe zêr, elmas û pûlan bi xwe re bibim. Ez dê koşk, zevî, bax û bexçeyên xwe, radestî te bikim. Lê ji bo gundî wan talan nekin, divê em wisa bikin ku wek tu bi zorê dest datînî ser wan. Sibehê zû derkeve nîvê gund, çend halana li xwe hilde, çend gulan bavêje ezmanan. Ez û malbata xwe, em dê wisa bikin wek em ji te tirsiyane û em dê ji gund birevin.

Tu dê wisa bibî mîrê gund û mal û serwetên min dibin ên te. Di rastiyê de, tu dibî notirvanê mal û serwetên min. Lê ji bîr nekî, heta kîn û nefreta gundiyan kêm bibe, zulm û tadeyên min ji bîr bikin, ez dê dîsa vegerim cih û warê xwe! Binêre, binêre, xayintiyê bi min re nekî! Tu bi her kesî re xayin î, heta bi hevjîna xwe re û bi birayên xwe re, lê bi min re xayintî nabe! Tu dizanî xayintiya bi min re, qelenê wê giranbuha ye!”  Nusret  serê xwe hejand û got ”Ez dizanim, mîrê min! Ferman fermana we ye!”

Kurê Şêr ”Tu ji plana min baş tê gihîştî?! Here malê, sibehê karekî giran li ber te ye! Têkiliyên me dê bi dizî bin, ku sireke me derkeve holê, ew jî dê ji bo te û zarokên te mirin be!”

Nusret bi dizî ji mala Kurê Şêr derket û berê xwe da malê. Dema hevjîna wî ji pirsî ew li ku derê bû, ku ew wisa dereng hat malê. Wî sed û yek vir li dû hev rêz kir, û rastî ji wê re negot.

Bi sibeh, Nusretî rahişt keleşkofa xwe û derket nîvê gund, bi dengekî bilind, halan hilda û kir gazî: ” Tu Kurê Şêr î, tu çi yî! Êdî bes e, derkeve hemberî min, ya ez û ya tu! Bimre zordestî, bijî azadî!” Gundiyan ji meraq, tirs û xifê derketin ber deriyên xwe, hinekan ji wan jî, di qoziyên xaniyên xwe re li Nusretî mêze kirin û di nava xwe de kirin pisepis. Piştî demeke kurt, gundiyan dîtin Kurê Şêr derneket meydanê, ew bi tirs û xof, bi gavên hurik hûrik li meydana gund civiyan. Dîsa piçkî rawestiyan, dîtin Kurê Şêr nehat! Pisepis di nava gundiyan de belav bû, ku Kurê Şêr û malbata wî ji gund reviyane! Gundiyan bi hev re kirin qêrîn û gazî, halan hildan û xwe dan der û dora Nusretî.

Nusretê virek û newêrek, bû serok û rêber.

Di demeke kurt de, wî dest da ser mal serweta Kurê Şêr, ew bû sermiyanê gund. Gundiyan kirin govend û dîlan, bû reqereqa çepikan, ji kîsê Nusretî xwarin û vexwarin. Ji kêfan ketin nava xeyalan, ji bîra kirin, bê Nusret kî bû, çi bû û çi mal bû.

Ew êdî bû seyid û mîr, ji bîr kirin virekiya wî. Roj çûn hîv hatin, hîv çûn sal hatin, gundiyan çav li mîrê kevin gerandin, gotin ”xwezî bi dema berê, zemanê Kurê Şêrî!”

Kurê Şêr bi dizî bi Nusretî re giftugo kir ku dê çawa û bi çi rêgeyî gundê wî li wî vegerîne. Her çiqas piçkî Nusret kir vinevin jî, soz da, bi dizî dê plana Kurê Şêrî bicih bîne, lê dibê ji vê planê re fîstanekî bidirûn, da ku gundî rastiye nizanibin.

Çîroka min dawî nehat, lê rahma Xwedê li dê û bavê guhdaran! Hûn bixwazin vê çîrokê wek rastî qabûl bikin an jî wek çîroka fentazî, êdî ew karê we ye!

Em dê bijîn û bibînin!

Le heta em rastiyê bibînin, em dê geeeleeek çîrokan bibihîzin!

Û pir rewşenbîrên me dê ji me re lorînan bibêjin…!

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
1 Yorum