Binkeyên pasaportê tên vekirin

Binkeyên pasaportê tên vekirin

Li sê bajarên din yên Herêma Kurdistanê binkeyên pasaportê tên vekirin.

A+A-

Li sê bajarên din yên Herêma Kurdistanê binkeyên pasaportê tên vekirin.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê ferman daye, li bajarên Zaxo, Soran û Akrê jî binkeyên dayîna pasaportan bên vekirin.

Li gorî wê fermanê, ku roja 29 Tîrmeha îsal hatiye dayîn, daxwaz hatiye kirin komîteyek bo vekirina wan binkeyan pêk were.

Tê gotin ku di pilana Wezareta Navxwe de heye li hinek bajarên din jî binkeyên pasaportê veke.

Li Herêma Kurdistanê tenê li bajarên Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê pasaport dayîn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin