Binke û cîhên PDK-Î yên li Koyê hatin bombebaran kirin

Binke û cîhên PDK-Î yên li Koyê hatin bombebaran kirin

.

A+A-

Li gor zanyariyên BasNewsê bi mûşekan li binke û cîhên Partiya Demokrat a Kurdistan – Îranê yên li Koye dan û ew mûşek li Kelha Demokratê ketine.

Berî naha 45 rojan jî careke din li Koye û çend navçeyekî din ên Herêma Kurdistanê ji aliyê Îranê ve hatin topbaran kirin û hejmarek zêde şehîd û birîndar çêbûn.

Qaymeqamê Koyê Terq Heyderî ji K24ê re ragihand: “Îro danê sibê 5 mûşek ji aliyê Îranê ve hatin avêtin û ber bi Koyê ve û li Baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ketin.

Ji aliyê xwe ve, Rêveberê nexweşxaneya Koyê Şêrwan Celal ji K24ê re ragihand, hejmarek şehîd û birîndar gihîştine nexweşxaneyê.

Li gor zanyariyên berdest naha beşek ji xwandevanên Koye ji ber bombebaranê hatine vala kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin