“Bingehên serxwebûna Kurdistanê li Mehabadê hate avêtin!”

“Bingehên serxwebûna Kurdistanê li Mehabadê hate avêtin!”

Hêj ku Danezana Mafên Mirovan nehatibû ragihandin, Komar li ser bingeha mafên mirovan û parastina nasnameya mirovî hatibû damezirandin.

A+A-

Di 22ê Çileya Paşîn a 2017an de, li Şaxa Amedê ya PSKê  71. salvegera Komara Mehabad a Kurdistanê, çalakiyekê hat lidarxistin.

Çalakî, bi rêzgirtina ji bo hîmdarê Komara Kurdistan a Mehabadê Qazî Mihemed û hevalên wî û şehîdên Kurdistanê û bi sirûda neteweyî Ey Reqîp dest pê kir.

Di çalakiya salvegera Komara Kurdistan a Mehabadê de, Serokê Şaxa PSKê ya Amedê Vedat Dede axivî.

Dûre rojnamevan û akademîsyenê ji Rojhilatê Kurdistanê Bêhrûz Şûcai li ser Komara Kurdistanê axivî. Şûcaî di axaftina xwe de balkişand ser hinek taybetiyên Komara Kurdistan a Mehabadê.

Şûçaî got ku "Rêvebiriya Komarê girîngî daye xebatên jinan û ciwanan û di wê demê de yekîtiya jinan û ya ciwanan hatiye damezrandin. Gava ku civata Rojhitala Navîn di bin nîrên dijayetiya jinan de êsîr mabû Komarê beşdariya jinan a civakê kire mîhvereka esasî ya pêşxistina xebatên civakî yên kurdewarî.

Nîrxên demokrasiyê ji bo komarê bûne bingeh. Hêj ku Danezana Mafên Mirovan nehatibû ragihandin, Komar li ser bingeha mafên mirovan û parastina nasnameya mirovî hatibû damezirandin.

Zarokên hejar li ser malbatên dewlemend hate belavkirin û perwerdehiya wan li wan malbatan hate spartin. Ji bo hejaran malên feqîran têne vekirin, ew ji bo pîşeyan û beşdarbûna civakî têne perwerdekirin.

Şûcaî, axaftina xwe wiha domand, "Mele Mistefa Berzanî  weke Serokerkanê Komarê erk girte ser xwe. Bingehên serxwebûna Kurdistanê li Mehabadê hate avêtin. 

Çalakî bi senfoniya Dilşad Seîd a bi navê "Pêşmerge" bi dawî hat.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin