'Bînderdana Germ' bo Kurdî hat wergerandin

'Bînderdana Germ' bo Kurdî hat wergerandin

Helbestvanê Kurd Silêman Azer romana “Bînderdana Germ” a romanivîs Wecîhe Ebdulrehman ji zimanê Erebî wegerand bo zimanê Kurdî.

A+A-

Helbestvanê Kurd Silêman Azer romana “Bînderdana Germ” a romanivîs Wecîhe Ebdulrehman ji zimanê Erebî wegerand bo zimanê Kurdî.

 

Romannivîsa Kurd Wecîhe Ebdulrehman berhemên xwe bi zimanê Erebî dinivîse û ev yekem romana wê ye ku ji bo zimanê Kurdî tê wergerandin. Piştî wergerandina Romanê, ew ji weşanxaneya SerSera li Almanya derçûye.

 

Silêman Azer, deriyê xwendina bi zimanê Kurdî li pêş romana Bînberdana Gerim a romannivîsa Kurd Wecîhe Ebdulrehman vekir.

 

Helbestvan Silêman Azer roman ji zimanê Erebî wergerandiye ser zimanê dayikê.

 

Helbestvan û wegêr Silêman Azer wiha behsa sedema vê wergerê kir: “Wecîhe Ebdulrehman di vê romanê de çîrokên derbarê herêma me ya Cizîrê û jiyana gelê Kurd nivîsandiye. Min xwest ev roman bi zimanê dayikê were xwendin. Lewma min ew bo Kurdî wergerand.”

 

Silêman Azer, ku tembûrjen û helbestvan e, ji destpêkê ve, helbestên xwe her bi zimanê Kurdî û bi tenê bi zimanê Kurdî dinivîse. Wî hezkirina zimanê dayikê ji kolanên Qamişlo bi xwe re biriye kolanên Almanyayê.

 

Wecîhe Ebdulrehman, nivîskara romanê ku bi xwe ji herêma Dêrikê ya Rojavyê Kurdistanê ye, got ku ew pilan dike ku tevahiya berhemên wê ji bo zimanê Kurdî bên wergerandin.

 

Romannivîs Wecîhe Ebdulrehman jî got: “Projeya min heye ku ez hemû romanên xwe bo çend ziman bi taybetî bi Kurdî wergerînim. Niha jî em li ser wergerandina romana min a bi navê Lalê diaxivin. Ez hêvî dikim ku ev jî bo zimanê Kurdî were wegrandin.”

 

Piştî wergerandina Romanê, ew ji weşanxaneya SerSera li Elmanya ku Doktor Beşar Mistefa ku bi xelkê herêma Efrînê ye serpereştiya wê dike, derçû ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin