Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Binali Yildirim; “çareserî mereserî tine ye”

A+A-

Serokwezîrê Tirk li navenda bakurê Kurdistan’ê, li Amedê, dema ragihandina “bernameya veberhênanê” ya hikûmeta xwe, ku 22 bajarên bakurê Kurdistan’ê digre navxwe weha dibêje, “çareserî mereserî tine ye, wana dest ji firsendê berdan.”

Wekî têt zanîn ji çareseriyê mebest, pirsa bakurê Kurdistan’ê ye, ku li Tirkîyê bi ‘pirsa Kurd’ têt pênas kirin .

Firsenda dest jê hatî berdan çi bû, gelo eger lihevrûniştin firsendek be, aştî encama van lihevrûniştinan be, dawîya şer û pevçûnan be, dawî hatina kuştinan be, sekinandina rêjandina xwînê be û paşîya xerabî û wêrankirinê be, ma ew ne kelbendiyek qenc bû?

Bawerim serokwezîr jibîr dike, ku gotina firsend, ango îmkan, derfet herdemê bi wateyek erênî bikar têt, eger weha be, peywira hikûmetê ev e, ku li rêhimayekê bigere û carek din lihevrûniştin dest pê bikin.

Beşik, eger mirov xwedî rehm be weha ye.

Di dema ragihandina “bernameya veberhênanê”, ku bi reqemên gellek qelaw hatibû “xemilandin”, cenazeyê bistûyek eskerên Tirk bi rêûresmên fermî dihatin rakirin û wana, di şer û pevçûnên herêma bakurê Kurdistan’ê da jîyana xwe ji dest dabûn.

Serokwezîr bi birrek wezîrên xwe va li Amed’ê di salona civînê da bi dengekî bilind û gefxwar diaxife, serokkomar di Lûtkeya G20an da bi jiberek bêzarkirî behsa “yekpareya axa” Suriyê dike, gefa dixwe li dijî avakirina peywendiyên di navbera Kobanî û Efrîn’ê da.

Bêşik, denge bandoyên rêûresmên cenazeyên eskerên kuştî, denge firokên şer ku hinek deverên başûr û bakurê Kurdistan’ê bombebaran dikirin nedigehêşt salona civînê û Lûtkeya G20an, lê rayagiştîya hundir û navneteweyî li rastiyê agahdar in.

Bila serokwezîrê Tirk di her rabûn û rûniştina xwe da beje, “çareserî mereserî tine ye”, gelo ew xwe xapandin rastiyê vedişêre?

Bêguman na, heta îro di dîroka mirovahîyê da ti tişt nehat dîtin, ku rastiyê veşêre.

Dused sal in, ku li ser erdnîgarîya Kurdistan’ê, li bakurê Kurdistan’ê jî sihûpênç salên şer û pevçûn didomin, zirarek gellekî mezin rûda, di vê deme da gellek serokwezîr û wezîran “bernameyên veberhênanê”, “bernameyên çareseriyê” ragihandin, lê encam hêj gavek tenê jî berve çareserîyek aştiyane nehatiye avêtin.

Bernameyên dîyarkirî wekî dengekî xweş, lê bi mebesta xapandinê di guhê gelê bakurê Kurdistan’ê da hêj olan didin, lê piştê demekê him hikûmetê û him jî gel, bernameyên bi reqemên qelaw xemilandibûn jibîr kirin.  

Her kes dizane, ku di encama siyaseta hikûmetên Tirk da, bakurê Kurdistan’ê bipaşve ma, belengaz ma, ji pîşesazî û veberhênanê bêpar ma, ev rastîya herêmê ji demen berî bizava PKKê têt, neku piştê PKKê rûda.

Heçku, kesên xwedî feraset dê zanibin ku pirsa bakurê Kurdistan’ê pirsek siyasî ye û çareserkirinê wê jî bi rêkarên siyasî dibe.

Ez nabêjim pêdivîya herêmê bi veberhênanê, bi pîşesaziyê tine ye, beşik pêwistîya herêmê ji herêmên din yên Tirkîyê bêhtir heye, him jî bi avakî derasayî, lê çareserîya “pirsa Kurd” li bakurê Kurdistan’ê bi bernameyek siyasî divê.

Jixwe, di qada navdewletî da jî weha têt famkirin, lewma di saziyên navneteweyî da, bo mînak di Parlementa Ewrupa da, di Parlementa Konseyê Ewrupa û saziyên weha da, bi mebesta çareserîyek siyasî gellek birayar hatin wergirtin.

Mixabin, Tirkîyê her roj gavek din bervepaşve gêr dibe, heçku gellek axaftinên rayedarên Dewleta Tirk, axaftinên serokwezîrên berê, taybetî axaftina serokwezîrê sala 2015’an ya R. Tayyip Erdogan hêj nehatiye jibîr kirin, daku wî li Amed’ê gotibû pirsa Kurd heye û ya min e jî, herweha Hevdîtinên Oslu’yê û “pêvejoya çareseriyê” ku bi salan di rojevê da bû û di encamê da pevçûn daketibûn asta herî kêm, hemû jî hewlên siyasî bûn, gavên di bergeha rast da bûn, lê ji ber ku jidilbûn (samimiyet) tine bû îro carek din xwîn dirêje.

Di çareserkirina pirsgirêkin heman dirûvtî da hatiye selmandin, ku du rêkarên girîng hene, yek ji vana pênasîya pirsgirêkê bi avakî rast û yekser e, nabe layên pirsgirêkê xwe bispêrin sedemên din; du, jidilbûna layên pirsgirêkê ye, ango hevgirtîbûn (tirkî dibêjin tutarli) di bîr û bawerî û gotin û peyamên xwe da, di bergeha aştî, rindî û qenciyê da.

04.09.2016/Dusseldorf   

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin