Occo Mahabad

Occo Mahabad

NISIVKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

BILL GATES û MICROSOFT

A+A-

Occo Mahabad

 

Bill Gates di sala 1955’an de li bajarê Seattle / DYA (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) hatiye dinê. Bavê wî parêzer û diya wî jî mamoste ye.

Bill bi hevalê xwe Paul Allen ve di sala 1972’yan de şîrketa Traf of Data saz dike. Ev şîrket ji bo kontrolkirina pergalên trafîkê bername û nivîsbariyan çêdike. Şîrket di nava çend salan de 20 hezar dolar pere qazanc dike. Bill bi pêşniyara bavê xwe ji bo perwerdehiya Hiqûqê diçe Zanîngeha Harward’ê lê çend sal şûn de ji zanîngehê vediqete û bi hevalê xwe Paul Allen re li New Mexico’yê şîrketa Microsoft’ê saz dike. Şîrket dixwest ku ji bo kompîturên şexsî nivîsbariyên nû çêbike û di vî warî de xwe pêş bixe.

Açıklama: https://www.bernamegeh.org/wp-content/uploads/2019/06/709875.jpg

Microsoft di sala 1974’an de ji bo kompîturan zimanê BASIC’ê pêş dixe. Bi şîrketên wekî Altair, Apple Tandy, Commodore û General Elektric’ê ve peymanên berfireh îmze dike. Şîrket bi saya van peymanan pereyên mezin qazanc dike. Hem hejmara ofîsên xwe hem jî hejmara xebatkarên xwe zêde dike. Ev şîrketa herêmî êdî bibû şîrketeke navnetewî… Microsoft û Bill Gates roj bi roj mezin dibû di qada nivîsbarî û kompîturgeriyê de…

Şîrketa Seattle Computer Products (SCP)  bala Microsoft’ê dikişîne. Ji ber ku şîrket ji bo kompîturan pergala DOS’ê pêş xistiye. Bill Gates vê şîrketê dikire û bi vî awayî zimanê MS-DOS’ê çêdike. Piştî çekirina pergala MS-DOS’ê Microsoft di nava çend salan de rekoreke tîcarî dişkêne û pergala MS-DOS’ê 120 milyon nishe difiroşe…

Serkeftina herî mezin bi çêkirina pergala Windows’ê tê. Di sala 1985’an de bi  firotina pergala WINDOWS’ê cîroya şîrketê digihîje 36 milyar dolaran. Microsoft êdî bibû pawan û şîrketa herî mezin û Bill Gates jî bibû merivê herî dewlemend…

Em biecibînin an jî neecibînin em dibînin ku dîroka kompîturên şexsî bi xebatên Microsoft’ê ve hatiye radeyekê. Microsoft heta niha van pergalan çêkiriye û xistiye xizmetê..

  • Windows 95
  • Windows 98
  • Windows 98 Second Edition
  • Windows ME
  • Windows 2000
  • Windows Server 2003
  • Windows XP
  • Windows Vista
  • Windows Server 2008
  • Windows 7
  • Microsoft Dynamics
  • Windows 8
  • Windows 10

E mail: [email protected]

Site: https://occomahabad.wordpress.com

 

Önceki ve Sonraki Yazılar