”Bila MÎT suîqestan li HDPyîyan bike”

”Bila MÎT suîqestan li HDPyîyan bike”

Şewqî Yilmaz; ji bo 33 kesên teqîna Pirsûsê ku DAIŞê pêk anî bû jî gotîye ‘ciwanên ku jahra ataîzmê, bêahlaqî û dijminahiya dewletê bi wan girtiye' bi nav kirîye.

A+A-

Parlamenterê Partîya Refahê (RP) yê berê û nivîskarê rojnameya Yeni Akitê Şewqî Yilmaz di weşana zindî ya televîzyona Akitê de gotîye bila MÎT suîqestan li HDPyîyan bike.

Li gorî nûçeya Odatvê, Şewqî Yilmaz; ji bo 101 kesên ku di teqîna Istasîyona ya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane gotîye ew ‘ciwanên xapandî' bûn û ji bo 33 kesên teqîna Pirsûsê ku DAIŞê pêk anî bû jî gotîye ‘ciwanên ku jahra ataîzmê, bêahlaqî û dijminahiya dewletê bi wan girtiye' bi nav kirîye.

Şewqî Yilmaz ji bo suîqestan MÎTê ku pêk bînê nimûneya suîqestên ASALAyê daye û gotîye: "Qahremanên ku suîqestên ASALAyê pêk anîn li benda wezîfeyê ne, divê AKP wan îstîhdam bike." Yilmaz di berdewamiya axaftina xwe de gotîye: "Berîya ku li benda îdamê bisekinin divê MÎT hinek kelleyan bistîne û ev tiştekî Îslamî ye, bi Destûra Bingehîn û qanûnan li dijî terorê micadele nahê kirin."    

Hêjayê gotinê ye ev Şewqî kadroyekê sereke yê ’Mîllî Goruş’ê ye, salên 80yî de li Avusturya û li Almanyayê rêveberîya Rêxistina Mîllî Goruşê kiriye; di hilbijartina 1994ê de li Rizeyê  serokê şaredarîyê kiriye û di 1995ê de li Rizayê  di lîsteya Partîya Refahê ya Erbakan de bûye parlamenter. Piştî Partîya Refahê hat girtin derketîye Ewrûpayê û di sala 2004ê de vegerîyaye Tirkiyeyê û niha di rojnameya Yeni Akitê de qunciknivîsar e. AKP û Serokkomarê Tirkiyê Erdogan jî ji vê tradisyonê tê.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin