Bila îtîbara Şêx Seîd, Seyîd Riza û Seîdê Kurdî li wan bête vegerandin û cîyê mezelê wan bê eşkerekirin

Bila îtîbara Şêx Seîd, Seyîd Riza û Seîdê Kurdî li wan bête vegerandin û cîyê mezelê wan bê eşkerekirin

Bila îtîbara Şêx Seîd, Seyîd Riza û Seîdê Kurdî li wan bête vegerandin û cîyê mezelê wan bê eşkerekirin

A+A-

Em bîranina Şehîdên Kurdistanê Şeyh Said û hevalên wî, dikin.

Çarşem, 29.06.2016, Seet: 11 00

Cih: Li ber AZC Plaza Ofis/Diyarbekir

Hereketa Azadî, PAK, PAKURD, PDK Bakur, PSK


AGAHDARÎ

29ê Hezîranê salvegera daleqandina Şex Seîd û 46 heval û hogirên wî ye. Di 91. salvegera şehadeta wan de em ê li Batmanê bi daxuyaniyekê qiyama Şêx Said protesto bikin û şehîdên xwe bibîrbînin.

Cih: Pêşiya Parka Ataturkê, Batman

Tarîx û Saet: Roja Çarşemê( 29ê Hezîranê) 17.30

Rêveberiya Şaxa PAKê ya Batmanê

 

Bila îtîbara Şêx Seîd, Seyîd Riza û Seîdê Kurdî li wan bête vegerandin û cîyê mezelê wan bê eşkerekirin

’’Nuha ez dikim ji jîyana fanî xatir bixwazim. Ez ne poşman im ku ji gelê xwe ra feda dibim. Tenê bila nevîyên min li hemberî dijmin min şermezar nekin.’’

Ev gotinên dawîn yên Şêx Seîd in ku 29 Hezîrana 1925’a de li Diyarbekirê hate dardakirin.
Şêx Seîd ê ku 91 sal berê hat îdamkirin, yek ji giringtirîn şexsîyetên têkoşîna azadîyê ye li Kurdistana Bakur.
 

Piştî Şerê Cîhanê ê yekemîn, gava İmparatorîya Osmanî hildiweşîya, Kurdistan careke dî hatibû parçekirin, di pêşengîya kemalîstan de bingehê dewleta Tirkîyê a nû hatibû danîn.
Kemalîstan, sozên ku di dema ’’Şerê rizgarîyê’’ de dabûn Kurdan hemû dabûn alîyekê, mafên kurdan yên herî bingehîn jî înkar kiribûn.

Kemalîstan, piştî ku bi Peymana Lozanê meşrûtîyet bi destê xwe xistibûn, li ser cografîyake fire ya xwedî pir netewe dest bi projeya Turkîfîzekirinê kiribûn.

Di van şertan de Şêx Seîd û hevalên xwe li Kurdistana Bakur dest bi tevgereke azadîxwezîyê kirin. Serhildana ku 1925’a de destpêkir di demeke kurt de berfireh bû. Hemû dunyayê careke din bû şahid ku gelê Kurd xwedî biryar e ji bo azadîya xwe têkoşînê bike.
Ev serhildan di eynî demê de bû şerha muxalefetê ya li dijî statukoya hêzên mezin ên emperyalîst ku li herêm lidarxistibûn. 
 

Ev serhildana di eynê demê de bû berdewama zincîra serhildanên kurdan yên dewra Dewleta Osmanî ku di dewra Dewleta Komara Tirkîyê de jî pêk hat.
Serhildana Şêx Seîd, manîfestoya Milletê Kurd ya li dijî sîyaseta Dewleta Komara Tirkîyê ya înkarkirin, tunekirin û asîmîlasyonê ye.
Herçend bi xwînê, bi hîle û zordestîyê hatibe şkestin jî, tu wextê agirê azadîyê nehat vemirandin.
Şêx Seîd û hevalên xwe, piştî ku hatin îdamkirin hema li eynî meydanê li şûneke ne dîyar hatin binaxkirin û heta İro jî cîyê mezel bi biryara resmî ya dewletê tê veşartin da ku kurd nizanibin li ku ye.

Di serî de malbatên rêberên serhilanê, bi deh hezaran kurd hatin nefîkirin. Kemalîst bi hukmê rejimeke zordestîya giran, herêm û heta hemû Tirkîye kirin wek zîndaneke bi xwîn û tarî ancax wisa karibûn li ser pîya bimînin.


Ji ber ku gelê Kurd stû xwar nekir, dest ji daxwaza mafên xwe yên heq û meşrû nekişand.
Îro rewş diguhure.

Ew statuya ku sedsal berê li dijî gelê me hatibû danîn îro berbi hilweşînê ve diçe, Rojhilata Navîn ji nûve tê avakirin û parçê başûr ê welatê me hatîye ber şêmûga serxwebûnê. Li Bakur, Başûr, Rojhilat û li her cîyê ku Kurd lê hene, ala têkoşîna azadîyê bi şeref tê bilindkirin.
Bila herkes bizane ku îro jî, digel hemû êş û azaran, hemû xiyanet û hîlebazîyên dewletên dagirkeran jî, keç û xortên Kurd wan gotinên ku Şêx Seîd li ser sêpê gotibûn, wek emanet û talîmatekê di dilê xwe de xwedî dikin.

Wek HAK-PAR, di 91 salîya wefata Şêx Seîd û hevalên wî yên ku pê re hatibûn îdamkirin, em ji wan re rehmetê dixwazın û bi rêz û wefadarî wan bi bîr tînin.
Berî hertiştî em daxwaz dikin ku îtîbara Şêx Seîd, Seyîd Riza û Seîdê Kurdî li wan bête vegerandin û cîyê mezelê wan bê eşkerekirin.

29.06.2016
Partîya Maf û Azadîyan
HAK-PAR Buroya Çapemenî

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
1 Yorum