“Bila dewlet wan saziyan kontrol bike!”

“Bila dewlet wan saziyan kontrol bike!”

Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) û Komeleya Xebatên Medya û Hiqêqê (MLSA) eşkere kir ku ew ê îro dozê li Weqfa Lêkolînên Sîyaset, Ekonomî û Civakê (SETA) vekin.

A+A-


Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) û Komeleya Xebatên Medya û Hiqêqê (MLSA) eşkere kir ku ew ê îro dozê li Weqfa Lêkolînên Sîyaset, Ekonomî û Civakê (SETA) vekin.


SETAyê raporeka 196 rûperî weşandibû. Di raporê de nav û karên xebatkarên  BBC Türkçe, DW Türkçe, Dengê Amerîkayê, Sputnik Türkiye, Euronews Türkçe, Independent Türkiye û CRI Türk (Radyoya Çînê ya Navneteweyî) hatiye eşkerekirin.


Rapora bi navê “dûvelankên li Tirkiyeyê yên saziyên medyaya navneteweyî” xebatkarên navborî wek armanc nîşan daye. Parvekirinên rojnamegeran li medyaya civakî weşandîn hatine berhevkirin û eşkerekirin.  
Yek bi yek hatiye eşkerekirin kî kî ye û hatine lîstekirin.


Herweha hatiye xwestin ku bila dewlet wan saziyan kontrol bike. BirGün, T24, bianet, Evrensel, Cumhuriyet, Diken, DW Türkçe û RSF  “saziyên ku fikrên li dijî hikûmetê berçav dike” hatiye binavkirin.
SETA sazîyeka lêkolînan e û nêzîkî hikûmetê ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin