Bila Dewlet Qanûnan sererast bike

Bila Dewlet Qanûnan sererast bike

Ozçelik: “Em bangî Dewleta Tirkîyê dikin, li gorî peymanên ku we îmze kirine û li gorî xala 90’î ya Qanûnsasîyê tevbigerin”

A+A-

Serdozgerê Dadgeha Bilind ê ji PAKê re hişyarnameyek şand ku navê partiyê û bernameya wê ne li gorî Makezagona Tirkiyeyê ye û ji partiyê hat xwestin ku bername û navê partiyê were guhertin. Di vê babetê de Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk daxuyaniyeke çapemeniyê lidarxist û ev hişyarî wek derveyî demokrasiyê bi nav kir

Daxuyaniya Serokê PAKê Mustafa Ozçelîk li jêr e

Serdozgerîya Cumhûrîyetê ya Yargitayê Dibêje, Nav û Bernameya PAKê ne li gor Qanûnesasîya Tirkîyê ye.

Serdozgerê Cumhûrîyetê yê Yargitayê rêzdar Hasan Erbil ji Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) re îxtarek şand û got bername û destûra PAKê li dijî Qanûna Partîyan ya Tirkîyê û li dijî Qanûnesasîyê ye.

Serdozger Hasan Erbil, di nameya xwe ya ku ji bo Serokê Giştî yê PAKê re şandiye, dibêje, ‘’Partîya we, bi navê xwe, bi nivîsandina navê xwe yê bi kurdî, bi parastina mafê perwerdeya bi zimanê kurdî, bi behs kirina hebûna miletê kurd, hebûna Kurdistanê, parastina mafê çarenûsiya miletê kurd, bi parastina mafê dewletbûna Kurdistanê ya bi şêweyê federalî, konfederalî an serbixwe Qanûnesasîyê û Qanûna Partîyan îhlal dike. Van fikir û siyasetên we li dîjî van qanûnan e. Bi vê destûr û bernameya xwe ve partîya we, cudaxwazîyê, nîjadperestîyê dike.Partîya we bi van fikrên xwe ve, dixwaze Tirkîyê û miletê Tirk perçe bike. Bi vê destûr û bernameyê partîya we dixwaze li Tirkîyê neteweke din û herêmeke din ava bikin.
Partîya we divê van xalên ku li dijî Qanûna Partîyan û Qanûnesasîyê ye, di navbera 30 rojan de biguherîne. Heger van xalan neyên guhertin, emê di derbarê Partîya we de doza îxtarê vekin’’

Belê Serdozgerê Cûmhûrîyetê yê Yargitayê hema hema temama bername û destûra me red dike û dibêje ‘’gerek hûn biguherînin’’.

PAK gava bi rê ket, helbet nêrîn û siyaset û armancên xwe ne li gor van qanûnan û Qanûnesasîyê mehdût kiribû. PAKê xwe xwedîyê doza miletê kurd û Kurdistanê binav kir. PAKê got em partîya doza azadîya Kurdistanê nin. Miletê kurd û Kurdistan ne îcada PAKê ye. Wek her miletî û welatî, mafê dewletbûna miletê kurd û gelê Kurdistanê jî heye.Mafê çarenûsîyê, mafek û prensîbeke navneteweyî ye.

PAKê gava bername û destûra xwe amade kir, got ‘’Qanûnesasî û van Qanûnên Partîyan giş mafê mirovan, mafê azadîya ramanî û birêxistinbûyînê binpê dikin. Divê van qanûnan giş bêne guhertin. PAK jî gaveke ku jibo guhertina van qanunên li dijî mirovayetiyê û medenîyetê ye. Divê dewlet zûtirîn wext vê Qanûnesasîyê û qanûnên din biguherîne.’’
Ev îxtara Serdozgerê Cûmhûrîyetê yê Yargitayê di demeke ku Dewleta Tirkiyê behsa ‘’çareserîyê’’ dike rûdaye. Di demeke ku Dewleta Tirkîyê dibêje ‘’me zimanê kurdî azad kiriye, ew kesên ku tûnd û tûjîyê bikar neynin dikarin partîyên xwe ava bikin, fikrên xwe bêjin’’, dibêje ‘’Me meseleya kurd çareser kiriye , me perwerdeya zimanê kurdî anîye’’; ev îxtara ku hatiye kirin, pûç kirina van hemû gotin û propagandayên Dewleta Tirkîyê ye.

Vê îxtarê jî careke din aşkere kiriye ku, ji bo azadîyê, ji bo demokrasîyê, ji bo çareserîya pirsa kurd û Kurdistanê divê Qanûnesasî û temama qanûnên heyî bêne guhertin. Heta ku ev guhertinan neyên kirin, ne rêya ‘’pêvajoya çareserîyê’’, ne jî ya demokrasî yê vedibe.

Serdozger dibêje ‘’PAK nîjadperestîyê dike’’. Başe kî yê nîjadperest? Ewên ku zimanê kurdî, hebûna miletê kurd red dikin; ewên dibêjin ‘’herkes tirk e’’; ewên ku siyaseta asîmîlasyon, înkar û tunekirinê dimeşînin e nîjadperest? An ewên dibêjin kurdî û miletê kurd hebûneke xwezayî ye, ne îcada hinekan e; ewên dibêjin kurd jî, tirk jî, ermenî jî, ereb jî, asurî jî bi temama hebûnên xwe milet û gelên cuda nin, divê rêz li hebûna hemûyan bê girtîn? Gelo kî ye nîjadperest? Nîjadperestî ew e ku hebûna miletê kurd û zimanê wî hîna jî bi fermî qebûl nake. Cudaxwazî jî ewe ku, hûn miletekî û welatekî tune dihesibînin.

PAKê di bername û destûra xwe de jî bi awayekî zelal gotîye ku, jibo şirîkatîyeke li ser esasê wekhevîyê em amade nin. Em dikarin bi dewleteke federe jî wek du şirîkan bi hevdu re bijîn. Lê heger miletê kurd û Kurdistanî tercîha cudabûnê bikin; ev jî mafekî wê yê rewa ye. Lê bikaranîn an jî bikarneanîna vê tercîhê dê li gor sîyaseta Dewleta Tirkîyê şikil bigire. Heger dewlet hebûna miletê kurd, hebûna Kurdistanê û mafê azadîya wê, li ser esasê şirîkatiyeke bi wekhevîyê ve hûnandî qebûl bike, helbet emê jî wek PAKê dê tercîha xwe bi aliyê şirîkatîyê bikin. Lê na heger helwesta Dewleta Tirkîyê jî her wek ya rêzdar Serdozger be, helbete ku, emê vê neheqîyê, vê bêedaletîyê û vê heqaretê qebûl nekin.

Xala 90î ya Qanûnesasîya Tirkîyê, dibêje, ew peyman û qanûnên navneteweyî yên ku Dewleta Tirkîyê îmze kirine, li ser hemû qanûnan û Qaûnesasîyê ye.Ev xala li gorî hiqûqa yekîtiya Ewrûpa û ya navneteweyi rê dide ku PAK were damezrandin. Ji ber vê yêkê jî, di eslê xwe de, Serdozger bi xwe, Qanûnesasîyê binpê dike. Xwezî Serdozgerî ne li gorî aqiliyeta 90 salî ya Dewleta Tirkîyê, lê li gorî maddeya 90î ya Qanûnesasîyê û li gorî aqiliyeta hiqûqa navneteweyî tevbigerîya.

Ma gelo ew Hikûmeta Tirkîyê ya behsa ‘’pêvajoya çareserîyê’’ dike, di derbarê vê ‘’îxtar’’a serdozgerî de çi difikire? Serokwezîr Rêzdar Dawûdoxlû du roj berê gotibû ‘’ em li dijî girtina partîyan in’’. Baş e, ma ev ‘’îxtar’’a Serdozgerî ne rê xweş kirine ji bo girtina PAKê ye. Ev ‘’îxtar’’a Serdozgerî dê ji Hikûmetê jî re wazîfeya ‘’kaxeza turnûsolê’’ bibîne. Ka Hikûmet dê di zûtirîn wextê de rê li ber van hewlan bigir e, an dê temaşe bike?

Heta ku rayedarên Hikûmetê û aqiliyeta Dewleta Tirkîyê, li ser siyaseta ‘’dewleta ûnîter’’, li ser siyaseta ‘’yek dewlet, yek milet, yek welat, yek al’’ê neguherînin, gelek caran Serdozgerên dewletê dê ‘’îxtar’’an bişînin, ‘’doz’’ên weha vekin.

Em bangî Dewleta Tirkîyê dikin, li gorî peymanên ku we îmze kirine û li gorî xala 90’î ya Qanûnsasîyê tevbigerin.

Em bangî Dewleta Tirkîyê dikin ku zûtirîn wext di Qanûnesasîyê û di temama qanûnên xwe de guhertinan çêbike, gavên azadîyê û demokrasîyê bavêje û rê li ber PAKê û partîyên din veke. Rêya çareserîyê dê bi van gavan bê vekirin.

10.03.2015
Mustafa Özçelik
Serokê Giştî yê Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK)
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin