Bikaranîna antîbiyotîkan 

Bikaranîna antîbiyotîkan 

.

A+A-

Eser Çetîn*

Heke ji aliyê doktor ve nehatibe pêşniyarkirin divê li gora kêfa xwe mirov antibiyotîkan nexwe. Kesên ji wan re ev derman hatibe dayîn jî li gora nivîsandina doktorê xwe antibiyotîkên xwe bixwin.

Ez vê carê dixwazim mijarek grîng a li ser dermanan bigirim dest û pê de herim. Mijara me li gora min pir girîng e ku di nava civakê de pir şaşî û nezanîn hene li ser antîbîyotîkan û bikaranîna wan de. Divê em şaşî û nezanînan ji nav xwe derxin.

Mirov ji ber pir sedeman dikarin enfeksiyonan derbas bikin û nexweş bikevin. Di mirovan de vîrus, bakterî, parazit û hwd... dikarin bibin sedemên enfeksiyonan. Ji bo wan jî li gora cure û celebên wan doktor dermanan dinivîsin. Antibiyotik jî ji bo nexweşiyên enfeksiyonên bakteriyan tên dayîn. Ji xwe bi nav jî antibiyotik tê wateya Anti-bakteriyel (Dij bakteri). Loma jî dema enfeksiyon ne ji ber bakteriyan be antibiyotik bi kêr nayên.

Heke ji aliyê doktor ve nehatibe pêşniyarkirin divê li gora kêfa xwe mirov antibiyotîkan nexwe. Kesên ji wan re ev derman hatibe dayîn jî li gora nivîsandina doktorê xwe antibiyotîkên xwe bixwin. Saetên wê divê serast be û berî qedandina tedaviyê divê mirov dev jê bernede. 

Halê hazir di roviyên me de florayek me heye. Bi navekî din jê re mîkrobiyata tê gotin. Di vê florayê de cûr be cûr mîkroorganîzma hene. Di floraya me de jixwe bakteriyên kêrhatî û bi fêde jî hene. Ev bi xwe mirov nexweş naxe. Lê bakteriyên ji derve tên sitendin bi ketina qaweta laşê mirov (îmmunîte) re dikarin bibin sedema nexweşiyan.

Mixabin li ser vê meseleya antîbîyotîkan nêrînên çewt û şaş di nava civakê de pir zêde ne. Pir ji wan dema tên ser doktor bi daxwaza antibiyotikan dest bi gotinê dikin. Pir kes ji bo êşa diranan yekser antibiyotik bikar tînin an jî dixwazin doktor ji wan re antibiyotik reçete bike. Lê antibiyotik ne êşbir û hebên serê êşê ne. Hin ji wan li doktor vedigerin û dibêjin “Xoce te dermanê îltihabê nenivîsandiye”. Mixabin ev jî tiştekî şaş û pênaseyeke xerab e di nava civakê de.

Ev mînak dikarin bên zêdekirin lê ez bawerim ji bo diyarkirina çarçoveya mijara me bes in. Zêde an jî şaş bikaranîna antibiyotîkan dikare tiştên nebaş bi xwe re bîne. Li ser meselê dema nexweşiyek enfeksiyona vîrusan di mirov de hebe û antibiyotik bixwe wê tu sûd û fêdeyê jê negire û di ser de jî wê tadehiyê li floraya roviyên xwe bike. Di floraya roviyên me de bakteriyên baş hene ku vitaminan çêdikin. Li ser meseleyê dema antibiyotik zêde an jî şaş bên bikaranîn çêkirina vitamîna Kyê dikeve talûkeyê. Loma jî hûn çûn ser doktor an jî we nexweş birin ser doktor pêşniyara nivîsandina antibiyotikan nekin. Jixwe doktor hewcedariyê pê bibîne wê bi xwe bide we.

Xaleke din a girîng a derbarê antibiyotîkan de ev e ku ger zêde bên xwarin û bikaranîn dibin sedema tirûş û resîsrantê. Ango êdî kêrhatîbûna wan a di wan kesan de kêm dibe. Her ku diçe laşê mirov êdî bersivê nadin wan cûre antîbiyotîkan û hewce ye yên girantir bên bikaranîn. Ev jî ji bo qaweta laşê mirov tiştekî ne baş e. Yanê îmmunîteya mirov jî pê nebaş dibe û hewcedarî bi bikaranîna dermanên girantir çêdibe. Hêvî dikim em ê li vê meseleya antîbîyotîkan miqate bin û tenduristiya civakê baştir bikin.

*Dr. Pisporê Bijîşkiya Malbatê

Çavkanî: Gazeteduvar

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin