Bijîşkan li hember yasaya li dijî wan, dest bi çalakiyê kir

Bijîşkan li hember yasaya li dijî wan, dest bi çalakiyê kir

Li hember pêşnûmaya yasayî ya ku bijîşk mehkûmî bêkarî û birçîtiyê dike, bijîşkan li ber TTBê dest bi çalakiyê kir.

A+A-

Bijîşkan li hember pêşnûmaya yasayî ya ku di derheqê guhertina hin yasayan di warê yasa û KHKyên tenduriystiyê de ketin liv û tevgerê.

Rêvebirên KESK û SESê jî tê de, li hember pêşnûmeya yasayî ku li hember tûndîtiya di warê tenduristiyê de bergiriyekê nahewîne û berê bijîşk û xebatkarên bi KHKyan hatine îxrackirin an lêpirsîna ewlehiyê li ser wan têne sepandin digire ku li sektorên taybet de bişixulin, li ber Nvenda Yekîtiya Tebîbên Tirk TTBê hatin cem hev.

Serokê Konseya TTBê Sinan Adıyamanî got em vê pêşnûmeyasayê ku rê nade bijîşk karê xwe bikin, qebûl nakin.

Hevserokê Giştî yê SESê İbrahim Kaya jî got ji ber gotar û polîtîkayên hikûmetê em rastî tûndîtiyê tên, em dimirin û têne kuştin. Wexta li hember van daxwaza yasayê dikin jî em têne piştguhkirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin