Bidestketina hin corên dermanan li Tirkiyê gelekî zehmet bûye

Bidestketina hin corên dermanan li Tirkiyê gelekî zehmet bûye

.

A+A-

Ligel daketina bêhtir a bihayê lîreyê Tirkî li beramber pereyên biyanî, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê derman kêmtir dibe û hin corên dermanan bi zehmetî bidestdikevin. Wê rewşê welatiyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê tûşî kêşe û nîgeraniyan kirine.

Vedat Bulut, Sekreterê Giştî yê Bijîşkên Tirkiyê derbarê rewşa kêmbûna hin corên dermanan li wî welatî ragihandiye, “Aniha gelek dermanên weke yên li dijî romatîzm, çareseriya endokrîn û wereman kêm in, û wan ev krîz  dirust kiriye. Ji ber ku bi zehmetî bidest dikevin, welatî neçar in wan ji derveyî welat bikin, ji ber ku bikaranîna wan dermanan neçarî ye, ji aliyê nirx ve jî gelekî giran in. ”

Ji ber ku berdewam nirx di guherînê de ne, û ligel bilindbûna bihayê dolar bêhtir bilind dibin, dermanxane jî ji bo hebûna dermanê biyanî gelekî ne bi peroş in.

Beşek ji dermansazn pêşniyaz dikn, hikûmet ligel her guherîneke bihayê lîreyê, lîsta nirxên nû veke.

Berna Yucel Mîntaş, dermansaz derbarê rewşê de dibêje, “Mezintirîn kêşe, bihayê dirav e! Eger em çareseriyekê pêşniyaz bikin, em dibêjin, eger biryarnameya nirxan di nav salekê de çend caran bê nûkirin, hinekî em asûde dibin.”

Welatiyên Tirkiyê bi salan ligel sîstemeke tendirustî ya kalîtebilind rahatibûn, û piraniya corên dermanan li dermanxaneyên wî welatî bidest diketin, lê aniha krîza bidestketina dermanan çê bûye, ku ev yek salên heştêyan û notiyan bi bîra xelkê tîne.

Fatih Yuksel, karmendê kerta taybet jî têkildarî rewşê dibêje, “Dema 9 salan e nexweşê romatîzimê me, gelek kulbûna min heye. Ez çareseriyên corbicor bikar tînim, ku aniha gelekî bi zehmetî dikarim bidest bixim, ji ber ku ji derve têne hawirdekirin. Lewma ez gelek zehmetiyê dibînim, dermanxane bi dermanxane digerim.”

Emîn Durmuş, kesekî malnişîn e û derbarê kêmbûna hin dermanan dibêje, “Nû wan derman ji bo neviyê min nivîsî. Ev sêyem car e diçime binkeya tendirustî. Dermanê me li dermanxaneyan nîne, diçim wê derê, êdî derman dinivîsin û ez tême vê derê jî û dûbare dibêjin nîne, divê careke din vegerime wê derê. Em di rewşeke xirab de ne û nizanim divê çi bikim!”

Lîreyê Tirkî, ji destpêka Cotmehê ve, 40% ji bihayê xwe jidest daye. Aniha her dolarek bi bêhtir ji 16.4 lîreyên Tirkî ye.

Hinek dermanên kêm ku Tirkiye wan ji derve hawirde dike, bidestketina wan li nêzîka 27 hezar dermanxaneyên Tirkiyê, mehal e.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin