Biden û Putin li ser êrîşên sîberî û Sûriyê axifîn

Biden û Putin li ser êrîşên sîberî û Sûriyê axifîn

.

A+A-

 Serokê Amerîkayê Joe Biden û serokê Rûsyayê Valdimir Putin di rêya telefonê de li ser êrîşên sîberî axifîn. Hat ragihandin ku hin grûbên navenda wan Rûsyayê, êrîşên xwe dibin ser Amerîkayê û welatên din û Biden vê mijarê bi Putin re axifiye. Li aliyê dinê bi telefonê li ser mijara Sûriyê jî axifîne.

Li ser axaftina her dû serokan Koşka Sipî weha ragihand:

“Piştî zîrwe ya Amerîka û Rûsyayê ku bo Sûriyê alîkariya mirovî bikin û li Neteweyên Yekgirtî bi yekdengî encam da, xebatên tîmên her dû aliyan bi serbilindî hatin pesindkirin.

Serok Biden ragihandiye ku divê li hemberê korsanên kompûteran bikevin nav tevgerê. Serok Biden got ku dê bi tundî li hemberê tehdîda fireh ya korsanan têkoşîna xwe dewam bike.

Serok Biden li ser wan êrîşên ku bê minnet tînin ser xelkê û wan dawetî meydanê dikin, li hemberê wan dê xelkê xwe û avahiyên xwe yên bingehîn biparêze, çi cûre tevger pêwist be dê bike.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin